Hat diyarkirin ku hevdîtin bi awayeke erênî derbas bûye û di hevdîtinê de mijara deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ku demek dirêj e tê gotin ku wê vebe, lê heta niha venebûye de nîqaş hate kirin. Muslim derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek kurt da û da zanîn ku wana derbarê mijarê de bi Hukûmeta Herêmê re li hev kirine, lê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî heta niha derî nehatiye vekirin. Her wiha, Muslim da zanîn ku di hevdîtinê de bi awayeke giştî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.
HEWLÊR