Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bi mebesta ronîkirina rewşa dawî ya li Kobanê beşdarî li civîneke agahdariyê kir. Civîn ji aliyê weqfa Rosa Luxsemburg û Civaka Azad ve hate birêkxistin û li gel Muslim parlamentera Partiya Çep (Die Lînke) Ula Jelpke jî weke axaftvan beşdar bû. Civîna ku li salona Rosa Luxsemburg Stieftungê saet di 19.00 an de hate lidarxistin ji aliyê nivîskarê rojnameya me û rêveberê Weqfa Rosa Luxsemburg Murat Çakir ve hate birêvebirin.
Di civînê de kesayetên wek nûnerê Almanya yê KNK ê Kazim Baba, nivîskar Dr. Gundî Dilberz, helbestvan Kurmanc Harikî, nûnerê GORAN ê Berlînê Makî Amêdî, Mecît Hasso, li gel nûner û berdevkên siyasî yên Kurd gelek jî alman beşdarî li civînê kirin.

Axaftina vakirinê ji aliyê nivîskar Murat Çakir ve hate kirin. Çakir di axaftina xwe de li ser pirsa gelo çima Kobanê bû armanca êrîşên DAIŞ ê sekinî.


Kobanê bi ser dikeve
Hevserokê PYD ê Salih Muslim jî derbarê agahiyên dawî de girse ronî kirin û da zanîn ku careke din hate çespandin ku gelê rêkxistî nakeve, her diçe Kobanê bi ser dikeve, wê di nêzîk de mizginiya rizgariya Kobanê ragihînin.
Muslim wiha dirêjî da axftina xwe: “Kobanê gelek tişt ji hev derxistin û eşkere kirin, piştgirên DAIŞ ê eşkere bûn, demokrat û xêrxwaz eşkere bûn, yên tirsok û dilsozên mafan jî eşkere bûn. Ev tev de babetên lêkolînê ne. Kobanê çi guhertin? Gelek tişt guhertin; artêşeke mîna Iraqê 4 saetan li ber xwe neda, ya Suriye ku hinde bihêze nekarî li ber xwe bide. Sira serkeftinê jî gelê rêxistinkirî ye. Wek PYD me ji xwe re xweseriya demokratîk kir armanc û ev e dibe sedem ku em biserkevin.“
Muslim derbarê netewe dewlet û sînorên neteweyî de jî wiha axivî: “Em ji Ewropa jî hêvî dikin ku çi rast dibînin bila wê bikin. Ji Ewropa rêxistin çûn Rojava û gotin ev kêmanî hene. Me got werin me perwerde bikin, me fêr bikin û paşê hesabê ji me bipirsin. Piştgiriya demokrasiyê bikin. Deriyê me vekirî ye li her kantonên me.“

Rewşa Şengalê jî pir xerab e

Parlamentera Partiya Çep a Alman Ula Jelpke jî di axaftina xwe de behsa çûndinên xwe yên li herêmê kir. Jelpke wiha axivî: “Niha Kobanê di rojevê de ye, rewşa Şingalê hê jî xerabtir e, DAIŞ ew dorpêç kirine. Pirsa herî sotiner jî ev e ku endameke NATO yê Tirkiye çawa wiha dikare tevbigere? Eşkere alîkariya DAIŞ ê dike, kampên fêrkirinê hene, dinya jî dizane lê kes naxwaze Tirkiyeyê rexne jî bike.“
Jelpke herwisa idiaya ku hêzên hevpeyman ne dostên Kurdan in jî bilêv kir û da zanîn ku Almanya hê jî li Kurdên baş û yên xerab difikire PKK ji bo wan Kurdên nebaş e. Ula Jelpke bi berdewamî da zanîn ku qedexeya li ser PKK ê jî bê wate bûye.

Li Hamburgê civîn
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Weqfa Rosa Luxembûrg û Civaka Azad, li Zanîngeha Hambûrgê bi mijara rewşa li Sûriye û Rojhilata Navîn panelek lidar xistin. Di panelê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim û parlamenterê Partiya Çep a Elman Jan van Aken weke axaftvan amade bûn.
Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr ku moderatoriya panelê kir, di axaftina vekirinê de behsa modela Rojava û sîstema demokratîk a ji aliyê PYD'ê ve hatiye afirandin kir û bal kişand ser têkoşîna jinê ya li her qadên jiyanê.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku ji aliyê 600 beşdarên panelê ve bi coş hat pêşwazîkirin, bi bîranîna Rosa Luxembûrg dest bi axaftina xwe kir. Muslim der barê dîroka Rojava de hin agahî da û destnîşan kir, ku êrîşên dawî tên kirin, li hemberî modela rêveberiya cewherî ya demokratîk e ku nû tê avakirin û li Rojhilata Navîn rê li ber guherînekê vekiriye.
Parlamenterê Partiya Çep a Elman û Berdevkê Polîtîka Derve ya Koma Partiyê Jan van Aken ê di Çileya îsal de Rojava ziyaret kir, di axaftina xwe de diyar kir ku modela Rojava ji bo mirovahiyê çavkaniya hêviyeke mezin e. Van Aken di dewama axaftina xwe de xwest, qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê tavilê bê rakirin.




YEKO ARDIL/BERLIN