Mûslim got, “Em di demeke ku ji bo Kurdan derfetên dîrokî afirîne de ne. Ji bo berjewendiyên Kurdan em karibin ji vê yekê sûd werbigirin her hêz û derdorên Kurdistanî berpirsiyar in. Kurd paşeroşa xwe saz dikin. Ji vê yekê tu Kurd divê ne bêzar be, berovajî divê serbilind be.”

Hevserokê PYD’ê  destnîşan kir ku tevî ew li gor Peymana Hewlêrê tevdigerin jî partiyên girêdayî PDK’ê ku bi navê ENKS hatine cem hev hem li dij hev hem jî li dij Şoreşa Rojava di nava çewtiyan de ne û lewra pirsgirêk derdikevin. Mûslim bibîr xist ku PDK dixwaze hêza duyemîn a leşkerî ava bike û nîvê hemû hebûnên heyî yên Rojava ji bo xwe bikar bîne. Her wiha Mûslim diyarkir ku maf û pozîsyonake wan a pêşkêşkirina hebûnên gel tuneye û avakirina hêzeke din a leşkerî jî ji bo Kurdan wê felaketê bîne.  
Mûslim destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê û hikûmeta Tirk wê ji ambargo û êrîşên çeteyan bêhtir nikaribe zirarê bide û bibîrxist ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe hem komên çete têk birine hem jî ambargo vala derxistine û wiha got: “Erdogan, PDK- Hekîm Beşar û hwd. kî dibe bila be wê nikaribin îradeya gel asteng bikin. Divê em li gor berpirsiyariyên xwe yên dîrokî tevbigerin. Ji bo vê yekê jî helwesta herî li gor bejewendiyê Kurd jî yekîtî ye. Ya ku wê paşeroja Rojava diyar bike tercîha gel e. Em jî îrade û biryara gel esas digirin. Ji bo derdorên din ên dixwazin biserbikevin jî em heman rêbazê pêşniyar dikin û dixwazin li cem gel cihê xwe bigirin.”

Ew peymanê binpê dikin
Muslim da zanîn ku yên peymana Hewlêrê bin pê dikin, partiyên nêzî PDK’ê ne û got: “Me bi xwe pêwistiyên peymanê bi cih anîn. Lê belê partiyên ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirin û nakin. Di navbera wan de nakokî hene. Herwiha ENKS peyman bin pê kir û çû tevlî mûxalefeta Suriyê ya Stenbolê bû.
Muslim diyar kir ku partiyên nêzî PDK’ê tenê rantê difikirin û got:“PDK pêşiya ENKS’ê digire. Nahêle ew bixebitin. Dixwazin tiştên ji rejîmê hatine bi destxistin, bên parvekirin. Em tiştên bi destxistî radestî gel dikin, lê belê yên nêzî PDK’ê wan tiştan ji bo xwe dixwazin. PDK dixwaze li derveyê YPG’ê hêzeke leşkerî ava bike. Me got, li welatekî du hêzên leşkerî nabin û ew red kir. PDK tevî vê, nîvê hebûna aborî dixwaze. Hemû hebûna aborî yên Rojava, yên gel in, em nikarin tiştên gel pêşkeşî PDK û partiyên din bikin.”

Hesabên wan têkçû
Muslim anî ziman ku ji ber wan ev daxwazên PDK red kirine, PDK wisa bi hêrs tevdigere û Rojava tehdît dike û got: “Lewma gefan li me dixwin. Lewma çeteyan bi ser me de dişînin. Lewma diçin bi Tirkiye re hevkariyê dikin. Lê belê Erdogan jî, PDK jî û Hekîm Beşar û kesên wekî wan nikarin pêşiya îradeya gel bigirin. Gelê Kurd çawa çete têk birin, ambargo şikand û derfetên alternatîf afirandin, wê hemû hevkariyan têk bibe.”
Hevserokê PYD’ê destnîşan kir ku wan di encama niqaş û nirxandinên berfireh de biryara Meclîsa Rêveberiya Demî girtiye û got: Partiyên ENKS’ê bi xwe jî proje erê kir. Lê belê piştî ku nêrîn planên wan bi cih nayên, helwesta xwe guhertin û dest bi gefan kirin.

FRANKFURT