
Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî ku ji rojnameya me re jî hin meqale nivîsîn û ji nivîskarê pêveka me ya hunerî PolîtîkArtê bû bi navê Seyda dihat nasîn li Amedê ji ber nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwe. Helbestvan Gazî bi sedan helbest nivîsandin û gelek pirtûkên wî yên helbest û li ser lêkolîna ziman hene.
Helbestvan-nivîskar Mustafa Gazî yê di nav civakê de bi navê Seyda dihat nasîn, di sala 1958'an de li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayik bûye, ji ber nexweşîna dilê vê sibê li Amedê jiyana xwe ji dest da. Ev demek dirêj bû Gazî li nexweşxaneyên cuda dihat dermankirin û îro serê sibê li Nexweşxaneya Selahattîn Eyubî ya Amedê çû ser dilovaniya xwe.
Cenazeyê Gazî li Goristana Yenîkoya ya Amedê ji aliyê hezkirî, malbat û dostên wî ve hat definkirin.
Siyaset û huner
Gazî dema zarok bû li Amedê bi cih bû û li wir mezin bû. Li Amedê ji karê siyasetê heta karê hunerê, gelek xebat dan meşandin. Her wiha zêdetirî 10 pirtûkên bi zimanê Kurdî û devoka Amedê nivîsandin. Di nav pirtûkên Gazî de yên helbest, lêkolînên zimanê Kurdî jî hene û ji bo muzîka Kurdî herî kêm 200 berhem çêkir.
Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Siyabend û Zinar Sozdar gelek stranên Mustafa Gazî gotin. Strana Mustafa Gazî ya ku herî zêde dihat naskirin jî “Xerîb im, ez xerîb im” bû ku bi Koma Azad navdar. Hunermend Farqîn ango Koma Azad ev stran di destpêka salên 2000'î de got û di nav civakê de gelekî hat hezkirin.
MA / AMED