Nûnerên KCD; rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî di nav de 87 saziyan, li hemberî polîtîkaya şer a AKP’ê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.Saziyan diyar kirin ku li hemberî daxwaza xwerêveberiya aştiyane û demokratîk û beyana vînê ya gel, AKP’ê bi polîtîkayeke tinekirinê ya topyekûn, operasyonên leşkerî û siyasî, înfaz, êrîşên li dijî nirxên însanî û exlaqî, talankirina xwezayê, pêkanînên rewşa awarte, ragihandina herêma ewle dest bi êrîşê kiriye. Daxuyaniyê wiha domkir:“Bi mînakên mînakê yên afirîner û demokratîk re îspat bûye ku bi rêveberiya navendîparêziyê û tekparêziyê re çareserî bi dest nakeve, xwerêveberî jî qadeke jiyana hemû bawerî û nasnameyan e. Ji ber vê yekê, xwerêveberî redkirina dewletê nîne. Li dijî her şêwe polîtîkayên tinekirin û zextê yên dewletê, daxwaza demokratîkbûyîna dewletê bi perspektîfa neteweya demokratîk e. Li ser bingeha rêveberiya demokrasiyê, wê li Kurdistanê azadî, li Tirkieyyê demokrasî û li Rojhilata Navîn jî pêşeroja aştî û aramiyê derkeve holê.“

Saziyan dan zanîn ku êrîşên li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya ji bo demokratîkbûyîna dewletê, girtina hevşaredarên bi vîna gel hatine hilbijartin û kadroyên rêveberiyê bi ti awayî nayên qebûlkirin û ev xal destnîşan kirin:„Pirsgirêk ne bi şîdet û çekê, bi muzakereyê dikare were çareserkirin. Ev rêbaza rast û derbasdar bi mînakên cîhanê re hatiye îspatkirin. Ji ber vê yekê derketina ji pêvajoyên şer û kaotîk, bi pêngaveke demokratîk û azadîparêziyê pêkane. Ev yek jî ancax bi vegera li esasên Mutabaqata Dolmabahçeyê dibe.“  


 AMED