Ya rastî jî dema mirov li xisûsiyet û kirinên medyaya Tirk û ‘rojnamevanên’ sereke yên vê medyayê difikire, ji MEDYA’yê bêhtir MIT’yayê û ji MUXABÎRÎ’yê bêhtir MÛXBÎR’iyê layîqî wan dibîne û jixwe tiştên ku ew dikin jî ew e.
Lê belê di salên dawî de Medya û rojnamevanên Tirk êdî bi endamtiya MÎTê û bi Muxbîriyê jî qayil nabin, ew nema dixwazin bi awayekî veşarî, lê vekirî ji bo dewlet, artêş û polîsên xwe bixetibin.
Bêguman li ti devera cîhanê medyayeke jiseded serbixwe û bêalî hê bi gewde nebûye. Lê belê li welatên herî paşketî jî, etîk, sinc û hin prensîbên medyayê bicih bûne û ferqeke pir berbiçav heye di navbera karê rojnamevan û wezîfedarên dewletê de.
Ji bilî Tiriyeyê, li ti deverê, li welatekî dîktator jî, nabe ku rojnamevanek bi rola polîsekî rabe, nabe ku dezgeheke medyayê weke qereqoleke polîsan an jî weke navenda parastina artêşekê bixebite û rasterast berdevkî û parêzvaniya dewletê û dezgehên wê bike…
Rojnamevan Ragib Duran berî du salan di gernameyeke xwe ya Qers û Batmanê de desnîşan dikir ku rayedarên dewletê li wir pêdivî bi rojnamevanan nabînin, ji ber ku ew, tiştên dixwazin weke nûçe bên nivîsandin bi telefonê ji navendên medyaya Tirk re radigihînin, û çawa dixwazin ‘nûçe’ya wan wisa tê wêşandin. Û Rojnamevanên li nevendên medyayê jî nivîsên wisa dinivîsin û nirxandinên wisa dikin ku ti ferqa wan ji daxuyaniyên rayedarên dewletê tinin. Ji ber vê yekê rayedarên dewletê bi awayekî dibêjin “madem ku rojnamevan karê me dikin û ya dilê me tînin ziman, em çima li şûna wan nûçeyan ranegihînin. Gava pêwist be, ew karê me dikin, em jî karê wan.”
Bi kurtî ne diyar e kî rojnamevan e, kî wezîfedarê dewletê? Rayedarên dewletê piştî çalakiya berî çend rojan a li Çelê hiştin ku hin rojnamevan wêneyên wesaîta hilweşiyayî ya eskeran bikşînin, lê li navenda rojnameya Hurriyetê Fatîh Çekirge wiha dinivîsand: “Em vî wêneyî mozaîk dikin ango şîlo dikin û wisa diweşînin ji bo ku eyba dewletê dernekeve hole. Rayedarên dewletê fam nekirine eyba dewletê veşêrin, lê belê emê veşêrin vê eybê.”
Vê rewşa trajîkomîk a medyaya Tirk zêde bala serokomarê Fransayê yê muhefezekar Nikolas Sarkozî jî kişandibû berî çend mehan gava wî û serokomarê Tirk bi hev re civîna çapemeniyê li dar dixist.
Sarkozî li ser pirsên rojnamevanên Tirk ên ku parastina dewleta xwe dikirin, pesnê hukûmeta xwe didan, bi zimanekî îronîk ji serokomarê Tirk Abdullah Gul re wiha gotibû: “BIrêz Abdullah Gul, ez we pîroz dikim. Rojnamevanên we çiqas bawerî bi dewleta xwe tînin. Xwezî li Fransayê jî wisa bûya û rojnamevanên me jî wisa bi dewleta xwe bawer bûna.”
Tevî van gotinên îronîk ên ku rojnamevanên Tirk rezîl û riswa dikirin, dîsa jî rojnamevanên Tirk weke ku tiştek nebûbe tevgeriyabûn û dîsa bi nirxandinên xwe pesnên dewleta xwe dabûn û ji Sarkozî jî gazin dikirin ji ber ku ew li dijî endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê derdiket.
Rojnamevanê medya Tirk bi zimanê ku bi kar tînin jî rasterast xwe dixin şûna dewletê, yanê bi alîgiriya hukûmetê an jî partiyekê jî têr nabin. Mesela, ew dema li ser pirsgirêkeke dewleta Tirk diaxivin, li şûna ku aliyên ku pirsgirêk di navbera wan de ye bi nav bikin, dibêjin ‘em û ew’. Dibêjin, ”divê em li himberî PKKê wiha bikin, divê em li dijî Fransayê paş de gav navêjin, divê em….” Ew gotina ‘em’ di şûna dewleta Tirk de bi kar tînin. Bi kurtî ew ne bi dizî rasterast ji bo dewletê dixebitin û bi xwe jî li xwe mikur tên ku ew ji bo dewletê dixebitin û karê wan jî mûxbîriya vekirî ye….
Ez bawer dikim mamoste Beşîkçî divê teza xwe ya der barê medyaya Tirk de di ber çavan re derbas bike, ji ber ku ew êdî bi endamtiya MITê û bi muxbîriyê têr nabin… Ji ber ku tê gotin ku dewlet ne tenê meaşê karmendekî dide wan, ew ji sextekarî û karê xwe yê şelandina gel, par û pereyên mezin dide wan...