Şerê li Helebê beriya çend rojan kete pêvajoyeke din. Piştî ku muxalefeta çekdar da xuyakirin ku gelek taxên Helebê êdî di bin kontrola wan de ye artêşa dewletê bi 20 hezar leşker, bi tank, top û balafirên şer êrîş bir ser vî bajarî. Li gorî daxuyaniya dewletê taxa Selahedîn a Helebê ji bin kontrola muxalefeta çekdar derxistine û niha giraniya şer dikeve ser taxa Sikerî. Çalakvanên muxalefetê jî ev agahî piştrast kir û got ku hêzên wê ji Selahedînê vekişyane.
Hate ragihandin ku Tirkmenên li Sûriyeyê jî komên xwe yên çekdar ava dikin û dixwazin artêşekê ava bikin di nava vê artêşê de jî gelek ciwanên Tirk hene ku di nava vwan de cih digirin.
Roj bi roj rola hikûmeta Tirk a di destwerdana nava Sûriyeyê de aşkaretir dibe. Piştî ku gelek çavkaniyan bêguman kir ku Tirkiyeyê alîkariya çekan û perwerdeyê dide muxalefeta çekdar û piştî ku hin Tirk di şerê Sûriyeyê de hatin kuştin niha jî tê gotin ku Tirkmenan artêşek avakiriye û gelek ciwanên Tirk ji bajarê wekî Hetayê tevli vê artêşê bûne û komên çekdar avakirine. 


Tirmenan artêş ava kir!
Her ku diçe li Sûriyeyê komên çekdar zêde dibin û ji her alî ve kom bi kom tên avakirin. Piştî ku komên çekdar ên hin rêxistinên islamên radîkal bi taybetî li Helebê hatin xuyakirin niha jî Tirkmenan hebûna çekdarên xwe aşkare kir. Derkete holê ku welatiyên Tirk jî tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dibin. Piştî parêzereke Tirk ku di pevçûna li Helebê de jiyana xwe jidest da, niha jî dîmenên 10 ciwanên Tirk ên ji Hatayê çûne Lazkiyeyê, di ajansan de hat weşandin.
Eniyên Tirkmenan ên ku li gundên Tirkmenan ên girêdayî bajarê Lazkiye ya Sûriyeyê ne, di bin banek de hatin cem hev û artêşek ava kirin. Artêşa Tirkmenan, damezrandina xwe bi awayekî fermî eşkere kir. Ciwanên Tirk jî bi dildarî di nav vê artêşê de cih digirin. Artêşa Tirkmen, li gelek gundên Tirkmenan, ên girêdayî Lazkiyeyê, yên wekî Akçabayir, Al-Vadî, Bayir, Bucak, Dirra, Gebellî û gelekên din, ewlehiyê pêk tînin. Tê gotin ku artêşa Sûriyeyê nikare bikeve van gundan. Avahiyên dewletê yên li gundên Tirkmenan jî, ji aliyê artêşa Tirkmenan ve hatine desteserkirin. Di televîzyonên Emreîkayê de hat gotin ku ji Tirkiyê ji 600'î zêdetir şervanên Çeçen û Qafqasî çûne Sûriyeyê û tevlî muxalifan bûne.

 HELEB