Her ku hêzên YPGê û YPJê li Rojava heremên nû rizgar dikin û derbên giran li terorîstên DAIŞê dixin, Koalîsyona Hêzên Muxalefeta Sûriyeye (Itîlaf) ya ku qaşo xwe mîna "nûnerê gelê Sûriyeyê" dide nasîn, dest bi êrîş û kampanya reşkirinê dike. Herî dawî di hemleya rizgarkirina Til Hemîs û Til Berakê de, vê koalîsyona nijadperest û xizmetkara AKP´ê daxuyaniyek li dijî YPG´ê belav kir. Daxuyaniya Itîlafê hêzên YPG´ê û YPJ´ê bi "kuştin û derbiderkirina Ereban" li van herdu bajarokan tewanbar kir. Jixwe televizyona bi navê Orient TV, ku xwediyê wê beriya bi 4 salan yek ji xizmetkarên malbata Esed bû, her roj rapor û nûçeyên derew û bê bingeh der barê tekoşîna Rojava ya li dijî DAIŞ´ê de belav dike.
Hêzên Muxalefeta Sûriyeye û di serî de (Itîlaf) bi kînek reş şerê kantonên Rojava dikin. Eşkere destekê didin DAIŞ´ê. Çavê wan bar nabe ku li Rojava konsepta Biratiya Gelan û Neteweya Demokratîk bi pêş ketiye û êdî bûye rastî û jiyanek rojane. Çavê wan pê bar nabe ku Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re şerê dijmin dikin. Bi hev re hikûmetek ava kirine. Ew dixwazin dubendiyê bixin nava van hersê pêkhateyan. Dixwazin tecrûbeya Rojava têk bibin û li wir, wek beşên din ên Sûriyeye, şerekî navxweyî rû bide. Niha Itilaf bê desthilatdarî ye. Tu herem li jêr kontrola wê nînin. Artêşa azad têk çûye. Vê dawiyê li Helebê "Cebheya El Nûsra" tiştê mabû jî da ber xwe. Hikûmeta ku Itîlafê avakiriye bê bandor û li hewa maye. Gundek nîne ku li ser hîmên xwe ava bike. Jixwe nakokî û şerê ji bo pereyan di nava vê koalisyonê de bûye tiştekî rojane û her kes bi gendelî û diziya pereyên gelê Sûriyeye hisiyaye.
Muxalefeta Sûriyeyê têk çûye û destê wê mîna rejîma Esed ketiye nava xwîna welatiyan. Tiştekî ku wê bi şoreşgeriyê ve girê bide, nemaye. Loma ew li dijî her tecrûbeyeke demokratîk û avakirinê derdikeve. Bi taybetî li dijî Rojava ew gelekî kîndar e. Ev nijadperest û kesên şoven, eşkere berevaniya DAIŞ´ê li dijî Rojava dikin. Ew dixwazin DAIŞ hemû heremên Rojava dagir bike. Tevî ku Ereb û Suryanî jî şerê DAIŞ´ê dikin û heta niha bi dehan şehîd dane, lê dîsa ev muxalefet Rojava mîna tenê ya Kurdan nas dike û dibêje ew destpêka cûdahiya ji Sûriyê ye!. Ew dixwaze têkiliyên Ereb, Suryanî û Kurdan xerab bike û nakokî û dijayetiyê di nava van hersê pêkhateyan de belav bike.
Çûna rêveberên Ereb ên di nava hikûmeta Kantona Cizîrê de bo bajarokê Til Berak û hevdîtinên ku li wir bi welatiyan re çêkirin, gaveke gelekî di cihê xwe de bû. Divê Erebên Cizîrê bersiva Itîlaf û Orient TV û alavên din ên hevkarên DAIŞ´ê bidin. Divê hevkarî û hevgirtina pêkhateyên Rojava li himberî vî şerê taybet û hewledana dursitinkirina şerê gelan, xurtir bibe. Divê ezmûna demokrasiya û hizra biratiya gelan û neteweya demokratîk hîna bi pêş bikeve.
Mixabin ENKSê hîna cihê xwe di nava Itîlafa nijadperest û dijminê Kurdan û ezmûna Rojava de digire. Ew tenê ji bo pereyan di nava vê saziya tarî de maye. Li aliyekî ENKS dixwaze li Rojava bibe şirîkê desthilatdariyê û li aliyekî din di nava Itîlafê de bimîne û pereyan ji wan qezenc bike û bidize! Gelek pereyên ku qaşo ji bo alîkariya penaberên Kobanê hatine veqetandin, didize û li endam û partiyên xwe belav dike. ENKS hînî dizî û reşewtê bûye. Eger TEV-DEM bi rastî dixwaze ku ENKS dev ji Koalisyona Stenbolê berde, divê wan pereyên ku ew ji Koalisyonê distîne, ji bêrîka xwe bide. Wekî din, "kurdayetî" û "parastina Rojava" û "mafên milet", ev hemû bê wate ne û tu pereyan li cem ENKS´ê nakin. Xwîna 2000 Şehîdên YPG û YPJ bandor li wan nekir, wê ev gotin jî bandorê li wan nekin!
Ji bo rê li pêşiya Muxalefeta Sûriyeye ya Nijadperest were girtin û qet destûr ji bo wê neyê dayîn ku tecrûbeya Rojava têk bibe, divê ezmûna avakirin û parastina Rojava geş bibe. Divê yekîtiya Ereb, Kurd û Suryaniyan xurtir bibe. Divê rê li ber hevkarên Itîlaf û DAIŞ´ê bête birîn. Divê hêzên YPG´ê û YPJ´ê berfirehtir bibin û her kes cihê xwe di nava wan de bibîne. Divê Ereb, Suryanî zêdetir beşdarî nava van hêzan bidin.
Rojava çirûska ronahiya di nava tarîstana Rojhilata Navîn de ye. Divê ev tecrûbe ji aliyê hemû pêkhateyan ve were xurtkirin, demokratîzekirin û parastin...