Kesayetên muxalifên ên wekî Heysem Mena dibêje ku lezkirina avakirina konseya netewî ya Sûriyeyê dê rê li ber têkbirina vê şoreşê veke û ew hewldan wekî talûkeyeke mezin nirxand. Ev daxuyaniya Heysem Mena piştî daxuyaniya muxalifê sûriyeyî Burhan Xelyun hat kut ê de bang li hemû aliyên muxalefeta Sûriyeyê hate kirin ku li ser avakirina konseyekê lihev bikin da ku hemû biryarên giring ên vê şoreşa gel bigirin û li gor helwesteke hevbeş tevbigerin. 
Ji aliyekî din ve di dema ku ev nîqaş dihatin kirin (konseyeke rêveberiya Şoreşê ) ku ji derdora 30 kesan pêk tê hate îlankirin û bê ku hemû navên xwe aşkare bikin li gor kesên ku bi navê rêveberiyê daxuyanî dan televizyonên mîna BBC wiha xuyaye ku ew konsey ji derdorên İslamî pêk tê.

Ambargoyên nû hene 

Ji aliyekî din ve Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê William Hague got ku dibe ku Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Sûriyeyê pêkotî û danekirinan zêdetir bike. Hague beşdarî civîna nefermî ya Wêzîrên Karên Derve ya welatên YE’yê bû û derbirî ku tundûtûjiya li dijî xwepêşandêran ji aliyê hikûmeta Beşar Esed ve tê birêvebirin nabe ku bê qebûlkirin û pêwîst li dijî rêveberiya Şamê pêkutiya navneteweyî bê zêdekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê William Hague destnîşan kir ku ‘pir girîng e’ ku welatên YE’yê ji Sûriyeyê kirîn û standina petrolê ya nû qedexe bike û ev gavên nû yên dê YE bi pêş bixe, dê rêveberiya Şamê jî bi awayekî cidî berçav bigire.
Hague bal kişand ku rewşa Sûriyeyê di warê aramiya herêmê de rê li ber rîskên mezin vedike. Her wiha Hague diyar kir ku der barê Sûriyeyê de ger bangek li Neteweyên Yekbûyî (NY) bê kirin, dê armanc ew be ku ji bo rawestandina tundûtûjiyê pêkutî li rayedarên Sûriyeyê bê kirin; lê belê di nav bijartekên NY’yê de weke Lîbyayê mudaxaleya leşkerî tune be.

Israra di kuştinê de 

Piştî îneke bi xwîn û di pey de merasîmên veşartina kuştiyan xwepêşandan li piraniya bajarên Sûriyeyê pêk hatin. Li tevahiya bajarên Sûriyê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî rejîma Sûriyê hebûn. Li gor zanyariyên ji aliyê Komîteya Alîkariya Navxwe ya Sûriyê ve hatin belav kirin, di xwepêşandanan û serdagirtina malan de 12 kesên sivîl bi destê hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên malpera fermî ya dewletê SANA’yê komeke çekdar êrîş biriye ser otobuseke leşkerî û 9 leşkerên ku di nava wan de serbaz jî hebûn hatine kuştin. Li gorî nûçeyê ev êrîş di encama kemîneke komên çekdar li nêzî bajarê Miherdê pêk hatiye. 

ŞAM