Dewleta tirk her ku diçe hêzên muxalefeta Sûriyeyê bi siyaseta xwe ve girêdide. Ev yek ji destpêka serhildana gel a Sûriyeyê xuyabû û heta roja îro dimeşe. Nîşana herî beriz ya girêdana vê muxalefetê bi AKP’ê re daxuyaniya dawî ya „Meclisa Niştimanî a Sûriyeyê“ bû. Daxuyaniyê çalakiya ku HPG’ê ji bo bîranîna 3 şervanên azadiyê yên payebilind lidarxistibû, bi tûndî hat şermezar kir û wek „çalakiyek teroryane“ wesif kir. Hikûmeta AKP’ê ji vê meclisê xwest ku çalakiya bersevdayinê ya HPG’ê şermezar bike û tekoşîna gelê kurd li bakur a bi serkêşiya Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê mîna ‘terorê’ bi nav bike. Ev Meclis di bin kontrola rêxistina Birayên Misilman de ye. Hin kesên din jî cihê xwe tê de digrin, lê bê bandorin. Tê gotin ku rêxistina Birayên Misilman bi pere û pûlan gelek hêz û kesayetiyên muxalefeta Sûriyeyê kirîne. Di nava van de çend kesên kurd jî hene. Jixwe yekî kurd ( Dr. Abdulbasit Seyda) ku bi helwesta xwe ya dijminane li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê tê nasîn, cihê xwe di „serokatiya“ vê meclisê de digre. Ev kesê mijara gotinê di hemû kongreyên muxalefeta Sûriyeyê yên ku li Tirkiyê hatibûn lidarxistin, beçdar bû û wêneyek wî di bin ala Tirkan de beriz û dixuye.
Li dijî daxuyaniya „Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê” koma kurd nerazîbûn nîşan da. Di daxuyanyekê de, koma kurd diyar kir ku êrîşa meclisê ya li himberî Tevgera Bakurê Kurdistanê wan girê nade û ew qet tekoşîna kurdên bakur xerab û terorîst nabînin. Ev helwestek baş e, lê ne bes e. Helwesta dihat xwestin ew bû ku hemû kurdên welatparêz xwe ji vê meclisa ajan vebikşînin û vê yekê ji raya giştî ya Sûriyeyê û tevahiya cîhanê re eşker bikin.
Êrîşa ku rêxistina Birayên Misilman û hin derdorên muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayê wê, ku di bin çavdêriya „Maseya Kirîzê ya AKPê“ de bi rêve diçin, ne tenê li dijî PKKê û kurdên bakur e, lê ew li dijî hemû kurdan e. Eger niha kurdên başûr ji bo Kerkûkê hereket bikin, dê rastî êrîşa vê rêxistina ajana AKPê werin. Ev rêxistin di bin basikê rêxistina navnetewî ya Birayên Misilman de, ku AKPê jî digre nava xwe, kar û xebatê dike. Ew bi erebên şofen û hêzên terorîst yên islama siyasî li dijî hêzên netewa kurd li bakur, başûr û rojava ne.
Ew li himberî maf û nasnameya kurdên rojavayê Kurdistanê ye jî. Me berê gotibû, AKPê tu carî qebûl nake ku nasnameya 3 milyon kurdên rojava di destûra bingehîn a Sûriyeyê wer gerntîkirin an jî forma „Xweseriya Demokratîk“ were pêkanîn û li bakur bi qasî 20 milyon kurd tune bêtin hesibandin. AKPê qet mîna sala 2003 an bi serê xwe nake ku wê demê mudaxeleyî başûr nekir û rê li ber peydabûna herema federal a Kurdistanê negirt. Ji ber hindê ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê, AKPê ketiye nava liv û tevgerê û lezê dide xebata xwe da ku Şamê bixe bin kontrolê û rê li ber tu iradeyek beriz ya kurdan bigre. AKP pîlan dike ku kurd li rojava û Sûriyeyê wek gelekî tu carî neyên qebûlkirin û ji bo wan rêvibirya heremî qet nebe cihê dan û stendinê.
Hin hêzên muxalefeta ereb û bi taybetî derdorên vê meclisê û hin kurdên xwefroş an kêmtecrube li dijî PKKê di nava tevgerek gemar de ne. Ew dibêjin çalakiyên bersevdayînê yên ku vê dawiyê li dijî artêşa tirk pêk hatin, bi hevkariya rejîma Şamê hatine lidarxistin. Her weha ev girop PYD jî bi têkilyên li gel desthilatdariya Esed tewanbar dike. Dibêje çima PYD rêxistina xwe ya li ser rûye erdê fireh dike û dibistanan ava dike û li dijî Esed xwînê narijîne. Ew dixwazin PYDê xwîna ciwanên kurd ji bo anîna rêxistina Birayên Misilman a ajana AKPê li ser textê iqtîdarê li Sûriyeyê, birjîne.
PYD li himberî gelê kurd li rojava berpirsyare û ew xwîna ciwanên kurdan buha dibîne. Xwîna kurdan tenê dikare ji bo şeref û kerameta netewa kurd were rijandin. Ew ji bo berjewendiyên tu hêzan nayê rejiandin. Eger kîjan hêza muxalefeta Şamê pîlana li dijî gelê kurd amede bike û bibe peyaya AKPê ku kurdan ji mafên wan bêpar bike, ewê rastî tekoşîna PYD û hemû kurdan were.
Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê li himberî konsepta şerxwaz a dewleta tirk dest bikaranîna mafê xweparastina rewa kiriye. Êrîşên bersevdayînê li himberî zulim û zordariya AKPê ev 8 sal tên kirin. Ew dihatin lidarxistin dema Recep Tayyip Erdogan dostê Israîl yê herî hezkirî bû û belafirên „Heron“ wek xelat digrtin û ji bo qetilkirina kurdan dişand ezmanê Qendîlê, her weha ev êrîş niha jî tên lidarixsitin dema ku Erdogan qaşo ji Israîlê „xeydîye“. Ev êrîşên bersevdayînê girêdayî helwesta AKPê ya li himberî gelê kurd û rêberê wî Abdulah Ocalan in, ne girêdayî Sûriyeyê an tu welatekî din e. Ev tekoşîn dê bdiome, eger Esed bimîne serokê Sûriyeyê an jî ji ser textê Şamê bête qewitandin. Ev mesele qet Tevgera Azadiyê û kurdan girênade.
Ji bo valaderxsitina konsepta dijminane ya AKP û hêzên ereb yên muxalefta Suriyeye ku jê re bûne dûvik, pêwîstî bi yekgirtina kurdan heye. Divê kurdên rojava bibin yek û helwestek xuya nîşan bidin. Divê tevgera Azadiya Kurdistanê û hikûmeta başûr alîkariya kurdên rojava bikin û wan biparêzin. Hewcedarî bi seferbiriyek giştî ya hemû hêzên netewa kurd heye.