Bi giştî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê berdêlên giran da û dide. Ewqas berdêl divê bûbûya sedem Kurd di warê serwextî û têgihiştina neteweyî de bêhtir xurt bûya. Mixabin hin bûyerên diqewimin bivênevê nahêle em welê bifikirin û dikin ku em bal û dêhna xwe bi awayekî din bidin ser mijarê. Çendek berê komek ENKSʼê bi wezîrê karê derve yê dewleta Tirk re rûnişt û di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hevalbendiya herdu aliyan hat destnîşankirin û ji bo PKK û PYDê gotina “terorîst in” hat bikaranîn. Li ser vê hevdîtinê, gelek rexne li ENKSʼê hatin kirin û hinek kesan eşkere tohmeta xiyanetê li wan kirin. Paşê kesên beşdarî civînê bûbûn xwedî li kirina xwe derketin û gotin, çima wexta PYD hevdîtina dike rewa ye, û ew dikin çima ne rewa ye.

   

Pêdivî heye ku em vê bûyerê analîz bikin. Ev bûyer di demekê de qewimî, fermandarê giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî di warê yekîtî û hevgirtinê de gavên girîng avêtin û zimanekî nû bi kar anî. Ji lewra çûna koma ENKS´ê di demekê de pêk hat, ne di cih de bû. Ya din jî piştî civînê zimanê hat bikaranîn zimanekî dijminane bû. Ji bo ENKS weke muxalefeta Rojava hevdîtinên rewa pêk bîne, beriya her tiştî divê di çarçoveya sînorên neteweyî de tevbigere. Ango nikare li ser dijminatî û têkbirina Rêveberiya Xweser hevdîtinan bike. Eger vê bike, bêguman wê bi bêbextiyê were gunehbarkirin. Ez yeqîn nakim ku tevahiya pêkhateyên ENKS´ê jî vê kirinê qebûl dikin. Ji ber ku gava Mezlûm Ebdî avêtî, hema bêje bi dilê tevahî kurdistaniyan bû.

Li vir pirsgirêka esasî û sereke çi ye? Bi ya min, pirsgirêkeke girîng a muxalefetê li cem Kurdan heye. Muxalefeteke Kurdan a serketî çênebû û Kurdan nekarîbû muxalefeteke xwe ya têgihiştî çêkin. Hinek kom an jî hêz dikarin di kar û xebatên azadî û rizgariyê de pêşengiyê bikin. Li hemberî vê, hinek kom û hêz jî dikarin muxalefetê bikin. Ango mîna sîstemeke rexnekirin û xwerexnekirinê were sazkirin.

Di nava guftûgoyên li ser yekîtiya neteweyî de jî heman pirsgirêk xwe didin der. Di yekîtiyê de pêdivî bi homojeniyê nîne, lê li dora xetên kesk, zer û sor ên neteweyî de hêzên cihêreng dikarin yekîtiyê çêkin. Hêz û komên van rengan mat bikin an jî derbas bikin divê bi hêza gel werin berbendkirin.

Têkoşîna gelê Kurd ji têkoşînên li dinyayê kêmtir berdêl nedaye û xwedî wê hêzê ye, êdî van sînorên xwe destnîşan bike. Ji ber şert û mercên li Kurdistanê, di têkiliyên hin hêzên Kurdan bi dagirkeran re pirsgirêk hene û gelek caran rengên kesk, zer û sor binpê dikin. Beriya her tiştî hêza têkiliyê datîne, divê berjewendiyên gelê Kurd, nirx û muqadesatên wî li ber çavan bigire. Bi rêzik û pîvan tevbigere. Hêza di pozîsyona muxalefetê de divê hêza pêşeng li ber çavan bigire, bêbextiyê lê neke.

Em di vir de muxalefeteke qels dibînin. Bi hêsanî dikeve bin bandora dijmin û dagirkeran. Belkî divê hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê jî êdî serê xwe li ser muxalefetê biêşîne û li bersiva pirsa “muxalefeteke çawa” bigere. Belkî divê hêza pêşeng a têkoşînê alîkariya muxalefetê bike, heta muxalefetê weke beşekî ji xwe bibîne û hewce bike wê weke hêzeke yedek a misoger bi nirx bike. Ji bo vê jî dikare di warê aborî û perwerdeyê de alîkariyê bidiyê. Divê di navbera hêza pêşeng û muxalefetê de mekanîzmayeke danûstendinê yan jî platformek hebe. Muxalefet mijar û diyardeyek e, nabe ji hêzên derve re were hiştin. Ev mijareke hundirîn e. Di vê qonaxê de ji bo tevgera gelê Kurd muxalefet pêdiviyeke bivênevê ye. Têkoşîneke muxalefeta xweçêkirî dikare bi xurtî li nava zeviyên mayînkirî gav biavêje. Naxwe wê her tim pê li mayînên xwe bike. Ji vê jî wêdetir muxalefet di demokratîkbûnê de bi roleke girîng radibe.