Vê carê jî muxalifên ku hê li Sûriyeyê ne û bi dehan salan di zindanan de mane li hev civiyan û wan jî civîna hundirê welat pêk anî. Heke ev civîna wan muxalifan di demeke din a vê welatî de ba dê wekî intîharê bihata binavkirin êdî bihara ku bi xwe re giherinê tîne rê dide hin civînên wiha.
Ji aliyekî din ve ji roja înê ve li Sûriyeyê bi dehan xwepêşandêr ji alî hêzên ewlekariyê û artêşa Sûriyeyê ve hatine kuştin û tevî hemû bangan kuştin û girtin bi şev û roj berdewam dike. Roja Yekşemê jî di encama xwepêşandanên li bajarên cuda 11 kes hatin kuştin, piraniya wan li bajarên Humus, Dera û Idlibê hatin kuştin. Her wiha lig elek bajaran ambargoya çûna dibistanê jî hebû.
Ji aliyekî din ve muxalefeta Sûriyeyê ku şaxên wê gelekî belavin vê carê jî li Şamê civînek lidarxistin û di bin slogana 3 nayan de li hev civiyan. Na ji destwerdana derve re, Na ji netewperestiyê re û na ji tundiyê re. 


Civîna muxalîfan a Şamê  

Bi dehan endamên opozîsyona Sûriyê li Şamê civiyan û daxwaz ji Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed kirin dawî li wê zilm û şîdetê bîne ku dijî xwepêşanderên aştîxwaz li seranserî welat tê kirin. Komela Guhertina Demokrat a Niştimanî li Şamê civiya û çendîn kesayetiyên naskirî yên muxalefetê beşdar bûn.
Li gor VOA, beşdarvanan daxwaz ji xelkê Sûriyê kirin ku li ser tevgera xwe ya aştîxwaz dijî desthilatdara Beşar Esed berdewam bin, herwiha daxwaz ji hikûmeta Sûriyê jî kirin ku dawî li wê hemû zilm û karên tundûtîjî yên dijî xwepêşanderan bîne.
Derdora 300 muxalif û kesyaetên siyasî ên naslkirî tevli vê civînê bûn û di nava wan de siyasetmedarên bin av û deng ên wekî Mîşêl Kîlo û Arif Delîlê jî hebûn. Piraniya van kesayetên beşdar bi salan di zindanên Sûriyeyê de mane û bit emenê xwe navserê û mezinin. Tevlêbûna ciwanan a vê civînê kêm bû û sedem jî wiha hate nirxandin: Ji ber ku ciwanên di nava çalakiyan de ne û xwepêşandanan birêve dibin heke tevlî civîneke wiha bibin dibe ku hêzên ewlekariya Sûriyeyê vê yekê wekî firsendekê bibîne û wan bigire. Lewra jî ciwanên serhildanê tevli vê civînê nebûn. 


Nerazîbûna muxalîfên derve  


Muxalifên Sûriyeyê ên ku ji ber zilm û zexta rejîma Esad bi slane li devreyî welat dijîn nerazîbûna xwe ji civîna Şamê ya muxalefeta hundirê welat anî ziman. Yek ji kesayetên ku nerazîbûna xwe anî ziman Abdurezaq Îd bû. Îd bang li muxalefeta hundirê welat kir û got ku heke hûn newêrin doza mafên xwe bikin û ji ber zextên li we tên kirin hûn li gorî dilê rejîmê diaxifin wê gavê neaxifin çêtire, di cihê xwe de rûnin û rê bidin ciwanên serhildanê da ku vê rejîma xwînxwar êdî birûxîne.
 

Daxuyaniya Esad 


Ji aliyekî din ve serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di daxuyaniyekê de da xuyakirin ku her ew gavekê ber bi reforman davêjin li aliyê din şerê kul i dijî Sûriyeyê tê kirin dijwartir dibe. Her wiha Esad idîa dike ku armanca vê plana li dijî Sûriyeyê ew e ku ne tenê Sûriyeyê herêm tev parçe bibe. Her wiha Rûsyayê jî piştgiriyeke girîng da rejîmê û wiha got: Her ku hikûmeta Sûriyeyê reformekê dike şerê siyasî, çapemenî û hewldanên destwerdana karên hundir ê Sûriyeyê zêdetir dibin.

ANF/ŞAM