
'Armanc bîrên petrolê ne'
Îlham Ehmed, li hemberî YE’yê jî nerazîbûn nîşan da û ev tişt gotin: “Têkiliyên Yekîtiya Ewropayê divê li ser esasê bazirganiyê nebe. Beriya her tiştî divê Yekîtiya Ewropayê ji bo yekîtiya muxalefetê û rawestandina xwînrijandinê kar bike.”
Ehmed, anî ziman ku heke koalîsyona muxalefetê jî bixwaze nûnertiya hemû gelên Sûriyê bike, divê bi Desteya Bilind a Kurd re rûne û guftugoyan bike. Ehmed bal kişand ku piraniya herêmên Kurdî û bi taybetî herêmên petrolê dibin kontrola Desteya Bilind de, lewre ger ku firotina petrolê çêbibe, pêwîste ev riya Desteya Bilind çêbibe û wiha dom kiri: “Firotina petrolê jî divê ji bo başkirina rewşa aborî ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û vegera koçberan bê bikaranîn.”
Liser hewldanên komên çekdar ku dixwazin bîrên petrolê bidest bixin jî Ehmed wiha got: “Armanca komên girêdayî Cephet El-Nasra û yên din desteserkirina bîrên petrolê ye. Lê herêma Rojavayê Kurdistanê niha di bin parastina gel de ye û tu kes nikare destkeftiyên gel ji wan bigire. Hemû berhemên petrolê jî divê xizmeta gelên Sûriyê de bin.”
ANHA/QAMIŞLO