Nivîskar û weşanvan Muzaffer Îlhan Erdost wefat kir doh li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hat veşartin. Birayê Muzaffer, Îlhan Erdost di darbeya 12ʼê Îlonê de li zindana eskerî Mamakê bi lêdanê hat kuştin. Piştre Muzaffer navê wî li yê xwe zêde kir û navê xwe kir Muzaffer Îlhan Erdost.
Erdost li Enqerê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin û di 87 saliya xwe de wefat kir.
Şemiyê hevjîna parêzerê Deniz Gezmiş, Halit Çelenk Şekîbe Çelenk hatibû veşartin. Erdost jî Şemiyê beşdarî merasîmê bibû.
Erdost ê xwedî gelek berhemên wêjeyî, fikrî û belgeyî bûn, di dema eskertiya xwe ya li Şemzînanê de Kurd ji nêz ve naskirin û pirtûka bi navê Roporajên Şemzînanê nivîsand.
ENQERE