
Bi hezkirina xwe ya ji bo tiştên kevnar, beriya bi 22 salan, Ehmed Sebrî yan jî bi navê xwe yê li nava xelkê belav Apê Sebrî dest bi komkirin berhemên çandî kir. Berhemên ku komkirine jî her sal di salvegera şehadeta biraziyê xwe de ku ji aliyê rejîmê ve hatiye qetilkirin, li malê pêşkêş dike.
Welatiyê bi navê Ehmed Sebrî yê 60 salî, li taxa Qenat Siwês a Qamişlo rûdine. Apê Sebrî jî wekî hemû welatiyan jinayeke asayî didomîne. Lê tişta ku ew kiriye mijara nûçeya me, xebata wî ya ne ji rêzê ye.
Ev xebata Apê Sebrî ku taybet e, li taxê bala her kesî kişandiye. Nexasim em jî li ser vêdengvedanê bi Apê Sebrî hesiyan û em çûn serdana wî.
Ji hezkirinê…
Em jî fêr bûn ka serhatiya vê keda giranbûha ya Apê Sebrî çi ye. Meyil û evîneke Apê Sebrî ji ciwantiya wî ve beramberî tiştên kevnare hebûye. Hezkirina wî, piştî demekê hiştiye ku tiştên kevnare bide hev û wan biparêze. Lewma sala 1994’an destpêkê ji tiştên nava mala xwe, dest bi komkirinê kiriye.
Beşeke malê bû mûze
Bi demê re girêdaneke xurt a Ehmed Sebrî bi berheman re çêbûye, lewre êdî li derveyî malê jî asarên kevnare kom kirine. Hinek caran welatiyan jê re anîne, gelek caran jî wî bixwe ji malbatan kirîne. Heta bi buhayê milyonek û 700 hezar lîreyê Suriyeyê kevnare kom kirine. Di encama xebata 22 salan de Apê Sebrî 1050 berhem kom kirin û li jêrzemîna mala xwe bi cîh kirin. Di nava van berhemîn dîrokî, antîk û kevnareyên civakî de alavên çandiniyê, alavên nava malê, cil û berg, şûr, kulav, tenûr, kewara (xelêf) mêşên hingiv, cercer (amûrê bênderê), karên destan, cil û bergên kurdî ,fanos, melhêb, mîrkut, cerên avê, cirnên genim, şixre, xencer, amûrên mûzîkê, çandinî û xwarinê, cezweyên qehwê, xurcik, sindûq, alavên kevnare yên şer ên wekî mencenîq, mehfûr, dergûş, hentûr (erebokên hespan), meşk, teşî û hwd. hene.
Ji bo bîranîna biraziyê xwe
Apê Sebrî berhemên ku kom kirine jî her sal di salvegera şehadeta biraziyê xwe de ji dîtina gel re pêşkêş dike. Biraziyê Apê Sebrî yê bi navê Ferhad Sebrî di raperîna 12’ê Adarê ya sala 2004’an a li bajarê Qamişlo, tevî sedan welatiyên din ji aliyê hêzên rejîma Baasê ve hate girtin. Ferhad Sebrî rastî êşkenceyên hov hat û di 8’ê Nîsana 2004’an de li girtîgeh Hesekê ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Apê Sebrî jî, ji bo bîranîna biraziyê xwe van berheman pêşan dide.
Rêjîmê berhem desteser kirin
Ehmed Sebrî sala 2008’an, cara yekemîn li garaca Qamişlo berhemên xwe pêşan dan, lê hêzên rêjîma Baasê pêşangeh girt û gelek berhemên wî desteser kirin. Lewre êdî nekarî li derve berheman pêşan bide. Lê dîsa komkirina xwe domand û li malê danîn ser hev.
Ev 5 sal in li malê pêşan dide
Dema şoreşa Rojava dest pê kir, ji bo Apê Sebrî jî serdemeke nû dest pê kir. Ji ber ku êdî tu kesî zorî lê nekir û bi rehetî berhemên xwe dikarîbû pêşan bide. Di encama amadekariyan de jî Apê Sebrî ji sala 2011’an ve dest bi pêşandana berhemên xwe kiriye. Ji bo pêşangehê jî Apê Sebrî jêrzemîna mala xwe amade kiriye û li welatiyan vekirî ye. Ev 5 sal in ku Apê Sebrî her sal di navbera 8 û 11’ê Nîsanê de pêşengeha xwe li xelkê vedike.
Di van 3 rojan de pêşangeh heta êvarê vekiriye û her roj ji aliyê gelek kesan ve tê ziyaretkirin. Lê piştî van rojan jî, ger kesek bixwaze muzexaneya wî bibîne, Apê Sebrî deriyên xwe lê vedike.
Hinek caran jî dema li bajar pêşangehek bê vekirin û heke organîzator bixwazin, bi şertê ku paşve vegerinînin berhemên xwe dide wan.
Apê Ehmed Sebrî diyar kir ku armanca wî parastina çanda gelê Kurd e û dixwaze vê çandê ragihîne nifşên nû da ku nasnameya xwe ji bîr nekin.
ŞÎNDA EKREM/ANHA / QAMIŞLO