Projeya kerpîçên ji bo Muzexaneya Kobanê wê li her çar parçeyên Kurdistanê bê nîşandan û piştre jî pêşkêşî Mûzexaneya Kobanê bê kirin. Berhem pêşî wê 21´ê Mijdarê li Silêmaniyê û paşê di salvegera jehrbarandinê de jî wê li Helebceyê bê nîşandan.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Hunermenda Kurd Ozlem Yaşar û hunermendê Swîsrî Werner Neuhaus ku endamên rêxistina Mesele ne, li Swîsreyê biryarê didin herin Rojava û li wê derê ji bo Mûzexaneya Kobanê hinek projeyan çêkin. Lê piştî ku her du hunermend tên Başûrê Kurdistanê ji ber astengî û şerê li Rojavayê Kurdistanê heyî, biryarê didin li Silêmaniyê li gel hunermendên Silêmaniyê kerpîçên neqişandî ji bo Mûzexaneya Kobanê çêkin.
Hunermenda Kurd Ozlem Yaşar û hunermendê Swîsrî Werner Neuhaus li Swîsre biryara beşdarbûna projeya Muzexaneya Kobanê û ji bo vê çûna Rojava didin. Her du hunermend Îlona bihurî ji bo biçin Rojava, diçin Hewlêrê. Lê ji ber nedana destûrê û rewşa şer a li Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî mehekê li Hewlêrê dimînin û nikarin biçin Rojava. Piştre her du hûnermend biryarê didin di ser Silêmanî re vegerin Swîsreyê.
Li Silêmaniyê projeyê bi gewde dibe
Piştî ku her du hunermend diçin Silêmaniyê, li wê derê biryarê didin projeya ya ji bo Rojava amade kiribûn, li Silêmaniyê bi cih bînin.
Têkildarî biryara bicihanîna projeyê li Silêmaniyê, hunermendê Swîsrî Werner Neuhaus got; “Li gora min biryara serbixwe di projeyên wisan de ne rast e, pêwîst dikir ku em biryareke hevbeş li gel kesên ku me li vê derê li gel wan danûstandin kir, bigirta. Me biryar da em li vê derê projeya xwe bi cih bînin. Me xwest hunermendên vê derê jî bi me re bibin alîkar û keda wan jî tê de hebe. Her wiha armanca me jî ew e ku em projeyeke hevbeş pêşkêşî Mûzexaneya Kobanê bikin.”
Projeya hevpar a Mesele û Mizgelerî
Her du hunermendan bi rêya torên civakî peywendî li gel çend hunermendên bajarê Silêmanî re danî. Piştre komek ji 20 kesan ava kirin. Ji 3’ê Mijdarê ve jî li nava Parka Azadî ya li Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Bînraw’ dest bi projeya xwe kirine.
Şêwekar û Rêveberê Mizgelerî, Zana Resûl got; “Hemû tiştên ku di vê projeyê de hatine kirin, bi giftûgo û fikirgirtina rêxistina Mesele, Mizgelerî û hûnermendên Silêmaniyê bûye. Me projeya xwe gihandiye wê astê ku hinek kerpîçên sembolî çêkin.”
Ji bo Muzexaneya Kobanê kerpîçên neqişandî
Hinek hunermend, welatiyên Silêmanî û penaberên ji Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî projeyê bûne.
Her du hunermend destpêkê dixwazin bi heriyê cêrik û karên destî ji bo Mûzexaneya Kobanê çêkin. Lê piştî li gel hunermendên Silêmaniyê dipeyivin, ew biryarê didin ku kerpîçan çêkin li ser wan nivîs û tabloyan bineqişînin.
Ji bo çêkirina kerpîçan jî axa nêzî gora Şêrko Bêkes û gundê Çermo dihilbijêrin. Ji bilî hunermendan penaberên ji Rojavayê Kurdistan û xelkê Silêmaniyê jî tevlî neqişandina kerpîçan bûne.
Axeke dêrîn û kurdewarî
Hunermend Ozlem Yaşar têkildarî armanca projeyê got, “Em dixwazin ev proje wek sembolekê be weke diyariyekê be ji bo Mûzexaneya Kobanê. Dîrokeke dêrîn û kurdewarî ya vê axê jî heye, ji bona wê, me berhemên xwe ji vê axê çêkirin. Ev tiştekî gelekî sade ye. Lê belê nirxekî xwe yê mezin û sîmayeke xwe ya xweşik heye.”
Proje niha ber bi qonaxa dawî ve hatiye û tê payîn 21’ê Mijdarê li Malbenda Kurdolojî ya li Silêmanî di pêşangeke de were nîşandan.
Her wiha biryar e di 20’ê Adara 2020’an de ango di salvegera komkujiya Helebce de li Helebce werin nîşandan.
Hunermend plan dikin ku vê projeya xwe li her çar parçên Kurdistanê nîşan bidin û piştre jî pêşkêşî Mûzexaneya Kobanê bikin.