Ji bo muzeyê, materyalên vê berxwedana dîrokî û ziyanên şer rê li ber vekiriye, tên berhevkirin. Rifat Horoz ê Arnavûtî der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku bi Muzeya Şehîdên Kobanê ya Arîn Mîrxan re ew berpirsyariyên xwe yên li pêşberî mirovahiyê bicih tînin.

'Dema avakirina jiyana komunal e'

Li maleke kevin a ji sê odeyan, beşek ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin weke pirtûkxane hat avakirin, beşek jî bû Muzeya Şehîdên Kobanê ya Arîn Mîrxan. Rifat Horoz ragihand ku ji roja destpêkê ya berxwedanê û vir ve, li heman gundî wan bi Ortakaya û berxwedêrên din re li ser komunkirina gund nîqaş meşandine û got, "Di dema dewamiya berxwedana Kobanê de, me nîqaş meşandin ku dem ew dem e li gorî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyanek ekolojîk û komunal bê avakirin. Di dema van nîqaşan de hevala me Kader Ortakaya ya bi me re li heman gundî nobet digirt, ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Yek ji rêhevalên me yên bandoreke mezin li me kirî şehadeta Arîn Mîrxan bû."

250 wêneyên ji Kobanê
Horoz da zanîn ku li gel xebatên rêxistinbûyîna jiyana komunal wan biryar daye ku ji bo bîranîna rêhevalên xwe yên di vê rê de jiyana xwe ji dest dane muzeyekê çêbikin û got, "Bi vê muzeya Şehîdên Kobanê ya Arîn Mîrxan de em dixwazin têkoşîna dîrokî ya li Kobanê vebêjin." Horoz diyar kir ku ji bo li muzeyê nîşan bidin wan wêneyên YPG/YPJ'yiyên jiyana xwe ji dest dane kom kirine û 250 wêneyên texrîbata şer daye Kobanê nîşan didin, peyda kirine. Horoz got, "Parçeyên şarapnelê yên li Kobanê ketine, qalikên guleyan ên li wir ketine, bombeyên gazê yên li ser sînor hatin bikaranîn û hemû materyalên şer û berxwedanê nîşan didin, wê di muzeyê de hebin."
Horoz ragihand ku nameyên şervanên jiyana xwe ji dest dayî yên ji bo tevlî têkoşînê bibin nivîsandibûn, wê di muzeyê de amade bin û got, "Li vî gundê pêşberî Kobanê, divê em berpirsyariya xwe ya li pêşberî mirovahiyê bicih bînin. Li gorî me pêwîst bû ku em vî şerî, berxwedan, dîrok û dramayê, di kesayetiya rêhevalên xwe yên bi lehengî gihaştin şehadetê û hatin qetilkirin, vebêjin."

Horoz diyar kir ku ji bo Pirtûkxaneya Kader Ortakaya jî ji gelek deveran pirtûk gihaştine ber destê wan û banga xurtkirina vê destekê kir. 

DÎHA / RIHA