Penn Museum (Muzexaneya Penn) a li Philadelphiayê (DYE) bi koleksiyonên xwe yên ji Rojhilata Navîn a antîk navdar e. Li galeriyên xwe yên nû, li vê tiştekî nû zêde kiriye, ew jî mîrasa çandî ya roja me ya îro ya li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku muzexane  dixwaze nîşan bide ku dîrok û îroj di zikhev de ne.

Yek ji van deverên ku doh û îroja wan di zikhev de li muzexaneyê hatine danasîn û nîşandan jî Tepe Gewre ya li Başûrê Kurdistanê ye. Li vî girê hanê, 21 tebeqe hene û beriya bi 7 hezar salan cara pêşî mirov li wir bi cih bûna yan jî wan ew der şên kiriye. Ango ew der qederê 7 hezar salan her devereke şên bûye. Bi wêne li ser dîwar di forma lewheyan de fotografekî mezin ê cihê evnar heye, li hawîrdora wê nivîsa ku rave dike ew dever çawa bûye warê malbatan ê şên.  Li cem wan jî di vîtrînên camî de objeyên bedew ên ji serdemên cihê hatine bi cih kirin, yê herî kevin jî 7 hezar û 500 salî ye.

Di nava van objeyên ji kîlê çêkirî de fîgurên hûrik ên ji bo zarokan çêkirî û gelekî nazik jî hene. Li ser hin objeyan mohra kes yan jî malbata ew obje çêkirî jî heye. Axir kesên ku mêvanên muzeyê bigerînin bi mînakan li ser tabletên xwe nîşan didin ka ev karê sinhetkariyê heta roja me ya îro li heman deveran çawa maye û têkiliya wê bi dîrokê re hewl didin nîşan bidin.

Ji bilî Tepe Gewre, gelek deverên li Iraq û Îranê li muzeyê bi heman awayî tên nîşandan.

 

PHILEDELPHIA