Şahîn berhemên xwe di jêrzemîneke kolana Pirinççi ya li tenişta Mizgefta Mezin kom dike. Dema mirov di ser pêlikên dîrokî re dadikeve jêrzemînê, mirov xwe di nava muzeya çanda gelên Sûrê de dibîne. Şahîn ne tenê berhemên dîroka gelê Sûrê, heta çanda Misir û Hindê jî di muzeya xwe de kom kirine. Jêrzemîn ji tas û kefçî bigire, heta mehfûr, cil, zînet, amurên muzîkê, daktîlo, nargîle, xemla jinan û hwd xemiliye. Şahîn ji bo komkirina berhemên dîrokî bajar bi bajar digere û berheman tîne cem hev.
‘Min ji her nifşekî parçeyek dîrokî kom kir’
Şahîn, anî ziman ku ew ji çand û dîrokê hez dike û hemû çand û rengên gelên cuda bi hev re xweşik in. Şahîn ku bi salan e kedê dide, li ser armanca komkirina van berheman weha axivî: “Di Sûrê de 37 nifş jiyane, min ji her nifşekî parçeyek kom kiriye. Ev der cihê pirr çandîbûnê ye, çand bi cudahiya ji hev ciwan in. Tiştên li vir hemû keda destan û roniya çavan in. Komkirina van tiştan wisa ne hêsan e, ez diçim digerim, dibînim, paqij dikim, tiştek çiqas bi nirx be jî dikirim û li hev kom dikim. Dema ez tiştekî dibînim, ez nekirim di dilê min de dimîne. “
‘Ez Sûrê nadim bi Bodrûmê’
Şahîn, got ku ew berhemên dîrokî li vir kom dike, li ser hezkirina xwe ya Sûrê weha axivî: “Gelek kes dibêjin here Bodrumê, Antalyayê bixebite. Lê ez ji Sûrê hez dikim, ez li Amedê ji dayîk bûme û ez ê li Amedê bimirim. Ez Sûrê nadim bi Bodrûmê.” Şahîn da zanîn ku divê desthilatdar nirxê Sûrê bizanin, piştî van bûyeran her kes pirr bêzar e û weha dewam kir: “Destpêkê kolanên Sûrê tijî mirov bûn û bi taybet jî turîst pirr dihatin. Lê piştî van bûyeran ji sadan 90’ê serdanan kêm bû. Ji ber ku êdî li vî welatî aramî nemaye. Êdî banka jî kirediyê nadin dikandarên Sûrê. Kirîn û firotin nemaye, eger weha dewam bike esnafên Sûrê wê heta cejna qurbanê îflas bikin.”
BERÎTAN ÎRLAN/DÎHA/AMED