Yek ji muzeyên herî mezin ên dinyayê Le Louvre a li paytexta Fransayê Parîsê ye. Lê van rojan mûzexaneyê, dest bi karekî din kiriye: Wê çendek kewarên mêşên hingivan li hewşa xwe bi cih kirine. Diyar e ji muzeyê nayê ku bi serdanên xelkê xwe fînanse bike û çûye 180 hezar mêşên hingiv li muzeyê bi cih kirine da ku hingiv bifiroşe!?
Na na, me henek kir, 6 kewarên li baxçeyê muzeyê yê bi navê Raffet hatine bicihkirin, wê di nava şilêr û laleyên muzexaneyê de bin. Sedema danîna wan jî rasthatina Roja Mêşên Hingiv ên Cihanê ku pêr bû.
PARÎS