British Museum ku yek ji kevintirîn muzeyên dinyayê ye û sale 1753´yan hatiye damezrandin, li dinyayê yekemîn muzeya giştî ye.  Muze ji dema hatiye damezrandin ve heta jê tê destûra serbest gihiştina berheman dide mirovên taybet yan jî giştî. Yek ji xizmetên muzeyên ku ev salek e, bûye meydaneke nû ya texeyula berhemên dîrokî û agahiyan a dîtbarî jî çêkirina modelên 3D (sêalî/sê-dîmensiyonî) ye ku her kesê elaqedar e dikare xwe bigihîne wan û wan 3D çap bike, li ser malper yan jî ji bo projeyên xwe bi kar bîne, yan jî bi tenê bi xwe agahdar bibe. 


Serhatiya Qral Idrîmîо

Weke mînak ji Libnanê peykerê Qralê Alalaxê, Idrîmî yê teqrîben 3500 salî (sedsala 15´an beriya mîladê) heye ku mirov dikare li modela wî ya 3D binihêre û agahiyan li ser fêr bibe. Ev peyker sala 1939´an ji aliyê Sir Leonard Woolley ve hatiye vedîtin li xirbeyên Alalaxê ku teqrîben sedsalan 12´an beriya mîladî bi temamî xirabûye. Mirov dibîne ku bi nivîsa bizmarî li ser seranserê peyker hatiye nivîsîn û bi alîkariya hejmarên yek ta 9 mirov dikare kitekitên li ser peyker û çîroka wî fêr bibe. Bi nivîsa bizmarî jî behsa serhatiya Qral Idrîmî tê kirin ku dike ku ev nivîs bibe yek ji girîngtirîn metnên bi nivîsa bizmarî.

Mînakeke din jî peyker-bustê împerator Sezar e ku sala 1868/9´an di dema kolanên li hola sereke a ayînê ya îbadetxaneya Atînayê de hatiye dîtin. Li ser modela 3D mirov agahiyên weke, “Ev bust şewitiye û gelek zerar lê bûye, aliyê wî yê rastê bi temamê jê qut bûye û pişta serî jî nîne” bixwîne. 


 LONDON