Atolyaya ku bi giştî 63 astengdar jê fêdeyê dibînin, mamosteyê wan Mustafa Demîr axivî û diyar kir ku muzîkê her tim bala astengdaran kişandinye.

Midûriyeta Şaxa Astengdaran a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala borî atoleyeya muzîkê ve kir û astengdarên ku lê perwerdehiyê dibînin di hinek organîzasyonan de konser dan.

Bi muzîkê terapî

Demîr di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku atolyeya muzîkê xîtabê hemû astengdaran dike û wiha berdewam kir: “Di atolyeyê de kesên astengdarên Sendroma Down, otîzm, nebînî, nebihistî, yê mêjî fêdeyê  û her kesê ku astengiya wan heye dikarin fêdeyê bigirin. Ger ku astengiya wan ya girtina perwerdehiyê tunebe dikarin her cureyê amûra muzîkê bikarbînin. Em li gorî forma jiyan û zewqa wan terapiya muzîkê dikin.” Demîr diyar kir ku bi terapiya muzîkê re bandoreke pozîtîf li ser wan tê hiştin.
Demîr anî ziman ku kesên astengdarên nebiniyênê ne  bala wan zêdetir li ser muzîkê ne û di zimanê din yên bedenê de serkeftîne. Demîr got bi giştî astengdarên nebiniyê di muzîkê de serkeftîtirin.
Demîr wiha berdewam kir: “Berê me du konser organîze kir. bi sala van organîzasyonan atolyeyan eleqeyek mezin dît. H erwiha muzîsyenên profesyonel bi hevalên me re xebitin û vê bandorek mezin li ser wan kir. 8 hevalên me yên astengdar niha dest bi perwerdehiya muzîka profesyonel kirin. Armanca me jî eve ku em vê hejmarê zêde bikin.
Piştî astengdaran di atoyeyê de perwerdehî dît şûnde berê xwe didin beşên din yên hunerê û bi tena serê xwe diçin konser an jî pêşangehekê. Her wiha ji bo ku pirsgirêkên malbatên astengdaran bê çareserkirin jî bi pisporên xizmeta civakî û psîkologan re dixebitin.” 

AMED