Polêsan dest werda Ciwanên li Qada Seyîd Riza a li navenda Dêrsimê ku her şev lê muzîk dikirin. Welatiyan jî nerazîbûn nîşanî vê yekê de û got: “Dewlet ji her tiştê xweş ditirse.”
Baran ê her sal havînan li kolanan muzîka xwe pêşkêş dike, li bajarên cuda jî digere û îsal jî li Qada Seyîd Riza muzîka xwe dikir, lê polêsan êrîşî wî kir. Polîsan got, Baran û hevalên xwe yên muzîkjen gel nerehet dikin. Welatiyan jî nerazîbûn nîşan da û got ‘ya rastî polîs me nerehet dikin.”
Baran jî got, “Beriya bi sê rojan, polîs hatin. Nasname girtin û gotin hûn li vir nikarin muzîkê bikin. Gotin, divê hûn ji Walitiyê destûrê bigirin. Gotin, divê belgeya qanûnî bê girtin.
Hevalê me yê gîtarîst çû. Kolan aydê mirovan e. Ne aydê saziyan e. Li kolanan gelek tiştên xerab dibin, bila biçin bi wan re mijûl bibin. Em hunermend in zirara me nagihêje kesekî.”
Nurhayat Gun jî got, ew her şev çûye li stranên Baran guhdarî kiriye. Gamze Can jî ji Elezîzê hatiye, got, yên kolanan nerehet dikin polîs in.
DÊRSIM