2 muzîkjenên astengdar, li qehwexaneyeke herî qelebalix a Dîlokê distrên û bi muzîka xwe bendên astengdariya bedenê diteqînin. Çemê wan ê behremendiya muzîk û hunerê her diherike.
Çayxane li Meydana Demokrasiyê ye û muzîkjenên astengdar jî Alî Zer û Emre Agziguzel in; ew hem dibêjin û hem jî li amûrên xwe yên mûzîkê dixin. Her du muzîkjenên astengdar bi pereyên kesên ku diçin çayxaneyê debara xwe dikin û muzîkê zindî dikin. Dikandar û xwediyê çayxaneyê Halîl Kaya, diyar kir ku ev 2 hevalên wan kor in û got; “Ew bi dil û mejiyên xwe saxlem in. Bi hunerê xwe hemû astengiyên li pêş xwe radikin. Rojê 20-30 lîra qezenc dikin. Ne pereyekî zêde ye. Lê ev pere jî wan kêfxweş dike. Ew jî mirovên me ne.“
Nijadperest nahêlin bi Kurdî stranan bibêjin
Ji wan muzîkjenan Emre Agziguzel ê 18 salî ji 8 saliya xwe ve distrê û hem bi muzîkê debara xwe dike û hem jî muzîkê zindî dike. Agziguzel, anî ziman ku ev nêzî 6 mehan e ku bi hevalê xwe re distrê û hem li tembûrê didin. Agziguzel, anî ziman ku bi amûrên teblik, baterî, daholê muzîkê bi ruh dike û hem jî debara xwe dike: “Heger em hem bi muzîkê dijîn û hem jî wê didin jiyîn, nexwe ‘her bijî ji me re’. Ev ji bo me kêfxweşiyeke mezin e.”
Agziguzel tirsa xwe ya ji nijadperestên Tirk ên ku heger bi Kurdî stranan bibêjin jî wiha îfade kir: “Ez dixwazim li her derê bi Kurdî stranan bistrêm. Lê ji ber mirovên nijadperest nikarim li her derê stranên bi Kurdî bistrêm. Dema em bi Kurdî distrên dibe ku carinan mirovên li tenişta me ji Kurdan hez nekin. Ez ji Tirkî zêdetir guhdariya muzîka bi Kurdî dikim.”
Muzîkjen Alî Zer jî anî ziman ku ji zarokatiya xwe heta niha bi muzîkê eleqeder e û got: “Ez bi derfet û hewldanên xwe fêrî amûrên muzîkê bûm. Bêhtir stranên herêmî distrêm. Em hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî stranan dibêjin. Pereyên ku em qezenc dikin em par ve dikin.”
ANF/DÎLOK