Jinên ku stranên gelêrî bi şêweyeke nû amade dikin û bi vî awayî ji muzîkhezan re pêşkêş dikin, qala koma xwe Dîna kirin. Yek ji damezirînera komê Çîgdem Ergun Guvenç armanca avakirina komeke jin wiha vegot: “Him li welat him jî li cîhanê evqas tundiya li dijî jinê heye, vê yekê em ber bi avakirina komeke wiha ve birin. Fikra ku têkoşîn dê bi muzîkê were kirin di avakirina koma me de xwedî bandor e.” 


Cûdahî ne sedema pêvçûnê ye

Guvenç da zanîn ku beriya ew repertuara xwe çêkin, wan li gelek stranan guhdarî kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Me li stranên welatên cûda gelekî guhdarî kir. Him pirsgirêka jinê him jî pirsgirêka aştiyê ji bo me derd bû, ji ber wê me xwest em stranên xwe bi gelek zimanan bibêjin. Em dixwazin bidin fêrkirin ku cûdahiya ziman, nijad û cinsî nabe sedem ku şer û pevçûn derkevin, em stranên xwe li gorî vê yekê hildibijêrin.”


‘Him dikarin lêxin him jî bistirên’

Guvenç destnişan kir ku stranên wateya wan nezanin nabêjin û armanca wan ew e ku wateya stranên ragihînin guhdaran ji ber ku her stranek ji bo wan xwedî wateyekê ye.

Guvenç da zanîn ku ji ber ku dewlet mêr e ev yek weke her qada jiyanê bandora xwe li ser muzîkê jî dike û wiha pêde çû: “Yên ku amûran lê dixin piranî mêr in û yên dibêjin jin. Em jin him dikarin bêjin him jî dikarin bijenin. Em bang li jinan dikin ku muzîkê bikin, em dikarin di her qada jiyanê de cih bigirin û di muzîkê de jî.”


Dîna:Ferîşteya 70 zimanan fêr dike

Endamek din a komê Bîrcan Katirci da zanîn ku navê ku ji mîtolojiyê tê û wiha axivî: “Dîna tê waneye ‘ferîşteya 70 zimanan fêr dike’ û em jî di her ziman de stranan dibêjin. Ji bo ku ev nav gelekî li me tê me ev nav li xwe kir. Em di gelek zimanan de stranan distêrin û bi vê yekê em hewl didin ku hestên hemû zimanan ragihînin guhdarên xwe.”


Muzîk li jinan tê

Endamek din a komê Feryal Gunal jî got ku jin dikare amûrê bijenîne û ev tişt gotin: “Jin him dikare amûrê bijene him jî dikare gotinan biafirîne. Derfet û dem nadin jinê lê her jina ku dem hebe dikare muzîkê bike.”

Asligul Şahîner jî got, ew ji ber ji têkoşîna jinê bi bawer in komê ava kirine û wiha berdewam kir: “Em di nav têkoşîna jinê de di Dîna de cih digirin. Em her tişt bi hev re parvedikin. Xeman jî şadiyan jî. Em di nav hevgirtinê de ne.”

Endamên komê diyar kirin ku yek ji armancên wan ên esasî jî ew e ku li Beyrûdê konserekê bidin. 


 DÎHA/STENBOL