Hostayê tembûr û gîtarê Cem Guvenç ji 7 saliya xwe ve fêrî lêdan û çêkirina tembûrê bûye. Ew dibêje, ”Ez gelekî ji Muzîkê hez dikim û Muzîk weke ruhê min yê duyemîn e.”

Cem Guvenç ê 44 salî, li navçeya Yenîşehir ya Amedê li dikana xwe ya biçûk de beriya bi 37 salan dest bi çêkirina tembûr û gîtaran kiriye wan tamîr jî dike. Guvenç yek ji kêm hosteyan e û bi îhtîmam dibêje, divê mirov ji binî ve fêrî vî pîşeyî bibe. ew ji karê xwe jî hez dike: ”Ez jî dema zorok bûm, bavê min ez fêrî tembûrê kirim. Hunerê çêkirina amûrên muzîkê karekî zehmet e û ket ji bo wê divê. Ruh dayîna amûrên Muzîkê keyf û bextewariyek mezin dide min. Ez hem ruh didimê hem jî amûrên din yên Muzîkê nûjen dikim.” 

 ANF/AMED