Koma Bênasname ku di Çileyê 2016’an de hat avakirin, kolan bi kolan digere û bi gelek zimanan stranan dibêje. Endamên komê ku li kolanan stranan dibêjin, heta niha gelek caran rastî êriş û astengiyên polîsan hatine. Dîsa zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya CHP’î her dem li pey komê ne û destûrê nadin ku li kolanan stranan bibêjin. Endamên komê diyar kirin ku li gel hemû zextên polîs û zabiteyan ew ê gotina stranan li kolanan dewan bikin.


´Em li kolanan azad distrin ´

Endamê Koma Muzîkê ya Bênasname Deniz Dînçman, anî ziman ku ev 10 sal in, ew mamosteyê muzîkê ye û di koma Bênasname de li Santûrê dide. Dinçman got, koma wan pir nû ye û rastî elaqeyeke mezin tê û weha peyivî: “Berê me li Cafe, Bar û salonên dawetan stran digotin. Lê niha em li kolanan azad stranan dibêjin. Hemû mirov hemû ziman, hemû cureyên însanan tên  guhdarî dikin. 


Şaredariya CHP’î wan rehet bernade

Dinçman da zanîn ku ji aliyê gel ve rastî tu zor û pirsgirêkan nayên, lê polîs û zabite her dem êrişan dibin ser wan. Dinçman, da zanîn ku li aliyekî polîs, li aliyê din zabitayên şaredariya CHP’î wan rehet bernadin, lê dîsa jî ew ê heta dawî li kolanan stranan bibêjin. 


Tehamula polîsan li hemberî zimanên din tune ye

Endamê koma Bênasname Abdullah Elbeylî jî weha axivî: “Ji bo em nasnameya hemû kesan bin, me navê koma xwe kir “Bênasname”. Em xwe aydî tu nasnameyan nabînin. Em xwe aydî hemû nasnameyan dibînin. Em bêhtir tarza îlahi, deyîş û kilamên aşiqan dibêjin. Em bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Gurcî distrên.


Dema Tirkî be pirsgirêk tuneye!

Elbeylî da zanîn ku dema bi Tirkî stranan dibêjin, polîs dengê xwe nakin, lê dema bi zimanê Kurdî û zimanên din stranan dibêjin, polîs tên zextan li wan dikin û nasnameyên wan kontrol dikin û wan asteng dikin.


 DÎHA/HATAY