Li Şanoya Bajêr a Kielê (Schauspielhaus Kiel) di çarçoveya bernameya navçandî de şanoger Tiffany Koeberich û Imanuel Humm şeva hezar û yek çîrokan organîze kir. Di dema nîşandana çîrokan de, lîstikvanên Koma Stêrk û endamên Komeleya Kurdan a li Kielê cil û bergên Kurdî li xwe kirin û bi muzîka Kurdî refaqetî nîşandana û gotina çîrokên Kurdî kir. Muzîka Kurdî bala xelkê gelekî bire ser xwe.

 

KIEL