Di xwepêşendanên xwendevanan ên dawiya salê de berhemên xwendevanan rastî eleqeyeke mezin hat. Di şahiya ku li salona navendê hat lidar xistin de Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, xwendevanên akademiyê û bi sedan hûnerhez jî amade bûn. Di şevê de destpêkê koroya xwendevanên akademiyê yên mamostetiya wê Hûnermenda navdar Mizgîn Tahîr dike derketin ser dikeyê. Temaşevanan jî bi koroya tesîreke mezin kir re stran strîn. Piştre xwendevanên reqsê hûnerê xwe pêşkêş kirin. Temaşevanan ji bo Mûzîkala Zembîlfiroşê li ser piyan li çepikan xistin. Di dawiya şevê de jî fîlma xwendevanên akademiyê bi navê Ben û Sen kişandine hat pêşkêşkirin.
DÎHA/AMED