Muzîkolog Veysî Varli ji ber ku stranên bi zimanê xwe Kurdî lê ruhê xwe ne Kurdî bi gazin e. Ew dibêje, “Gelek ji wan (stranbêjan/hunermendan) dibêjin, muzîka Kurdî çêdikin, lê ya ku dikin muzîka rojavayî ye. Ji ber ku muzîka Kurdî xwedî meqamekî ye.” Veysî Varli îdia dike ku qirika gelek hunermendên jin ên Kurd li gorî muzîka rojavayî eyar bûye û ne bi melodiya tilîliyan e. Wî xwedîderneketina li muzîka Kurdî rexne kir.
Veysî Varli pêşî balê dibe ser dizîna awazên Kurdî. Ew dibêje, awazê gelekî bi rîtm, melodî, hêmanên cografî û civakî, gava mirov berê xwe wan, gelek stranên bi gotinên Tirkî, ji aliyê rîtm, melodî û deng ve ji muzîka Kurdî ne. Ew dibêje, “Di pêvajoya dîrokî de bi bandora aborî, polîtîk, civakî, cografî û avhewayê muzîka Kurdî çêbûye. Awazek li Elmanyayê bê amadekirin, bivê nevê bêhna civak û cografya Elman wê jê bê. Ji ber vê yekê em ji bo muzîkê dibêjin, ‘wêneyê tê dîtin, dengê tê bihîstin’.”
Xwedî dernakevin û hiş dibin
Veysî Varli xwedîderneketina li awaz û muzîka Kurdî rexne kir û got, “Mînak, li Zanîngeha Şirnexê sempozyûmek li ser dengbêjî û çandê hate lidarxistin û pirtûkek li ser wê hate amadekirin. Di vê pirtûkê de rabûne muzîka Kurdî bi Çînê ve girê dane. Ev nêzîkatiya herî ehmeqane ya dinyayê ye. Yek ji sedemên nenîqaşkirina van berhemên hatine dizîn ew e ku xwedî li wan nayê derketin.”
Veysî Varli balê dibe ser stranên bi zimanê xwe Kurdî û dibêje, “Ez fêhm nakim ku stranên bi vî rengî çima di qenalên me yên Kurdan de tên weşandin. Gelek hunermendên Kurd hene, ji wan we ye ku muzîka Kurdî dikin, lê belê ya ku dikin muzîka rojavayî ye. Meqamê muzîka Kurdî heye, lê belê muzîka rojavayî tonalîte ye.”
Muzîkolog Veysî Varli wekî din îdîa dike ku qirika gelek hunermendên jin ên Kurd li gorî muzîka rojavayî eyar bûye û ne bi melodiya tilîliyan e.
ANF/AMED