
Eskerê bi navê Yusuf Demiryurek ê ku dewleta Tirk digot ‘ji tehtê de ketiye’ derket holê ku di çalakiya gerîlayan de hatiye kuştin.
Roja 28’ê Mijdarê hêzên gerîla li dijî eskerên li herêma ‘Şehîd Bager’ a nêzîkî Girê Koordîneyê yê li navçeya Çelê ya ser bi Colemergê, çalakiyek li dar xist.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê dabû zanîn ku di çalakiyê de 2 esker hatine kuştin û dewleta Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji herêmê rakirine.
Piştî çalakiyê rayedarên Tirk îdîa kiribû ku Yusuf Demiryurek ê esker ‘ji tehtê de ketiye’. Heta wezîrê Karê Hundir ên deweta Tirk Silêman Soylu ev îdîaya bi lêv kiribû.
Lê niha derket holê ku esker ne bi qezayê lê di çalakiya gerîlyayan de hatiye kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN