
Maşîna fezayê New Horizons (Asoyên Nû) Tîrmeha 2015´an ji Plutoyê bihurî ku li ser tifaq nîne ka gerstêr yan tiştekî din e. Bi her halî wêneyên New Horizonsê şandin hatin analîzkirin û encam ew e ku ti bazin li dora Pluyê nînin. Endamê koma lêkolîner Tod Lauer got, “Bi rastî jî meqaleyeke dirêj bû ji bo ku em bibêjin me tiştek nedît”, lê belê bê encammane misyonê dikare bi zanyaran re bibe alîkar ka li kenar û keviyên sîstema me ya rojê çi heye nîne. Ji xwe New Horîzonê jî berê xwe daye cismekî latî û hişk ê milyonek û nîv kîlometroyan ji Pluto û wêde.
Beriya ku New Horizon bigihîje Plutoyê hebûna bazinan a muhtemel pirseke cidî a ewlekariya wê bi xwe bû, lewma zerreyên di bazinana de dikarîn zerarê li New Horizonsê bikin.
Ji bo ku mirov zanibe ka toz û dûman li dora gerstêrkekê heye, rêya herî ewle ew ku mirov ji aliyê dijberî rojê ve li gerstêrkê binihêre. Wêneyê New Horizonsê ji vî awirê wergirtî jî bi awayekî zelal nebûna ewrên toz û dumanê piştrast dike. Ango baş e ku bazinên Plutoyê nînin.
New Horizons wê 1´ê Çileyê 2019´an di ber MU69´an ve bibihure, navê ku nli cismê fezayî yê latî hatiye kirin ku milyonek û nîv kîlometreyan ji Pluto û wêde ye.
NAVENDA NÛÇEYAN