Naaz Mohammad a 21 salî a bi navê Naaz navdar e li Holandayê, berê me bi nûçeyên xwe hinekî dabû nasîn; nexasim ji ber ku xelata hunermenda behremend (Music Moves Europe Talent Awards) wergirtibû. Niha radyoya neteweyî ya Emerîkî NPR’ê li ser wê dosyayeke berfireh amade kir.
Taybetiya danasîna Naazê ew e ku timî bi navê wê re behsa Kurdbûna wê tê kirin, pê re jî behsa Kurdistanê.
Gava ku muzîka wê tê danasîn jî di ser gotinên stranan re ku ew bi xwe wan dinivîse û di ser klîpên wê yên vîdyoyê behsa pirsgirêkên li Kurdistanê tê kirin. Mesela strana “Up to something” rexneyê li serweriya mêr a li nava malbata Kurd digire. Ji bo klîpa vîdeo ya vê stranê Naaz dibêje: “Bi pirranî mêr rûniştî ne, û paşê jin xwarinê tînin, hazir dikin, her tiştî paqij dikin. Helbet tişt gelekî guherîn, lê berê tam wisa bû. Di vê klîpê de min nîşan da ku em hemû bi hev re li ser sifra xwarinê rûniştine û bi hev re weke yên wekhev nanê xwe dixwin.”
Sloganeke veşartî ya Naazê heye û peyama wê di stranên wê û di klîpên wê de veşartî ye: Ji bo tişta hûn dixwazin hewl bidin, û mirov wê hêdî hêdî wê qebûl bikin.
Ji bo di navbera du çandan de bûna xwe Naaz dibêje, “mirov li nav maleke Kurd de mezin bibe û li dora mirov kesên Holandî hebin timî, lewma ez li Hollanda dijîm, maneya wê ew e ku timî etîk û exlaqên ji hev bi temamî cihê timî li dewrûbera mirov in. Û bi awayekî ji awayan mirov gêj dibe, ka mirov kîjanê ji wan bi xwe erê dike. Hisa min ew e ku gelek tişt hene ku ez bi Holandiyan re li hev dikim, û hin tişt hene ku ez bêhtir bi stîlê xwe yê Kurd dikim.”
Li ser dikê ew weke gulokeke enerjiyê ye û fanên wê gelekî hez jê dikin, her gotina stranên wê pê re dibêjin.
Ji ber ku dê û bavê Naazê pê serbilind in û destekê didinê jî, gelek kesên di navbera du çandan de wê û malbata wê mînak dibînin. Niha ew ji mala dê û bavê xwe nû derketiye û tevî birayê xwe li malekê dimîne. Halê hazir pirrniya wexta xwe jî bi qeydiyên li studyoyê dibihurîne.
NAVENDA NÛÇEYAN