Jinên li Başûrê Kurdistanê dorlêgirtina li Wargeha Penabaran a Mexmûrê wekî neheqî dibînin û dibêjin, gerek xelkê Başûr xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve.

Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li ber nuqtaya kontrolê ya PDK’ê ku di navbera Hewlêr û Mexmûrê de ye, dewam dike. Ew bû 71 roj in, dor li Wargeha Penabaran a Mexmûrê girtine û dayik vê dorlêgirtina neheq doh di roja 26´an de protesto dewam kirin. Aktîvîstên jin ên li Başûrê Kurdistanê jî vê neheqiyê rûreş dikin û dibêjin, nabe em xelkê Mexmûrê tenê bihêlin û divê xelk jî li dijî vê neheqiyê rabin.

Dorlêgirtina li ser Wargeha Penabaran a Mexmûrê dike ku nexweş ji dermankirinê bêpar bimînin, her wiha karker jî nikarin biçin ser karê xwe. Ji bo rakirina vê dorlêgirtinê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî doh di roja 26´an de li ber seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de bûn. Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.

Dayik dibêjin heta dorlêgirtin bi dawî nebe wê çalakiya wan jî dewam  bike.

Zextê li PDK’ê bikin

Aktivistên jin yên li Herêma Germiyanê li ser ambargo û dorlêgrtina ser wargeha penaberan a Mexmûrê axivîn.

Endama rêxistina alîkariyê ya Elmanyayê Nîgar Emer dorlêgirtina li ser Mexmûrê wekî “binpêkirineke mezin a hemberî mafê mirovan” pênase dike û wiha dipeyive: “Divê êdî ji vê zêdetir rê neyê dayîn xelkê Mexmûrê di nava jiyaneke zor de bin. Pêwîste rêxistinên mafê mirovan û nûnerê Neteweyên Yekbuyî jî ji bo ambargo rabe, zextê li PDK’ê bikin.”

Ji bo razîkirina neyaran

Berpirsyara şaxa Germiyan a Komeleya Afretanî Kurdistan Nermîn Osman jî ambargoya ser penaberên Mexmûrê şermezar dike û dibêje: “Nexasim zarok di rewşeke giran de ne. Nabe ji bo razîkirina neyaran xelkê Mexmûrê ceza bike.”

Li ser meselê endama rêxistina Wadî ya Elmanya a li Germiyanê Leyla Ehmed jî axivî. Leyla jî di meselê de îşaret bi berpirsyariya parlamentoyê dike û dibêje: “Nabe xelkê Başûrê Kurdistanê li hemberî ambargoyê bêdeng bin. Ji ber ku penaberên Mexmûrê bi salan têkoşîn dane. Xaka Başûr weke mala xwe dibînin, ji bo vê pêwîste xelkê Başûr xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve. Pêwîst e welatî, hizbên siyasî, rêxistin û parlamenter berpirsyartiya xwe bicih bînin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Çi qewimîbû?

Piştî bûyera 17’ê Tîrmeha 2019’an a li restoranta Hoqqabaz a Hewlêrê ku têde yek ji berpirsê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde bi destê asayîşa PDK’ê û rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo hatiye danîn û rê nayê dayîn nexweş jî di nav de ti kes ji wargehê derbasî bajarên Herêma Kurdistanê bibin.

   

MEXMÛR / ROJNEWS