Şande çûn serdana YNK’ê. Şandeya hevbeş a KCK û KJK’ê ji Ferhan Amara, Buşra Elî û Cemal Aldar pêk dihat û di şandeya YNK’ê de jî berpirsê peywendiyên giştî ên YNK’ê, Seidî Pîre, Serokê firaksyona Sewiz li parlamentoya herêma Kurdistanê, Bêgird Talibanî û Parlamenter Goran Azad li polîtburoya YNK’ê li Hewlêrê li hev civiyan.
Hêviya pêkhatinê heye
Berpirsê peywendiyên derve ê KCK’ê, Ferhan Amara di vê derbarê de ji RojNews re axivî û diyarkir: “ Me serdana Yêkîtiya Nîştimaniya Kurdistanê kir. Di serdanê de me behsa çawaniya pêkanîna Kongreya netewî kir ku berê jî helwesta YNK’ê di vê derbarê de erênî bû. Di vê demê de jî nêrînên me li ser Kurdistan, Rojhilata Navîn û cihanê nêzî heve, bi taybet di mijara pêkanîna Kongreya netewî de jî wusaye.” Amara balkişande ser vê yekê ku pêwîste di vê demê de Kongreya netewî çêbibe û diyarkir: “Pêkanîna Kongreyê nabe ku ji vê zêdetir were taloqkirin. Divê amadekariyên pêkanîna Kongreya netewî bi dawî bibe ji ber ku şert û mercên ewçend girîng careke din dubare nabin. Ger îro şert û mercên girîng li pêşiya me heye divê em sûd jê wergirin û Kongreya netewî pêk bînin.”
Xewna gelê Kurd e
Berpirsê peywendiyên giştî ê YNK’ê, Seidî Pîre jî di derbarê vê serdanê de got: “Îro me wek şandeya YNK’ê di derbarê Kongreya netewî de bi KCK’ê re lihev kir ji ber ku pêkanîna Kongreya netewî xewna gelê Kurdistanê ye. Heta niha ji bo me piştî rojavayê Kurdistanê, meseleya Kongreya netewî, Refrandom û destûra Kurdistanê tiştên sereke ne.” Pîre di dirêjahiya axaftina xwe de behsa rola girîng a serokên kurdan di pêkanîna yêkîtiya netewî de dike û dibêje: “Bêguman rola Mam Celal, Dr. Qasimlo, Serok Ocalan û Kak Mesûd Barzanî di pêkanîna Kongreya netewî de gelek bûye. Di salên bihorî de me gelekî hewil da ku Kongreya netewî pêk bê lê belê ji ber hilbijartinên li Iraq û herêma Kurdistanê û li Tirkiyê. Lê divê di demên pêş de amadekariyên ji bo pêkanîna Kongreya netewî dest pê bike.”
ROJNEWS/HEWLÊR