Ji zaroktiya xwe ve kor û nabîne, lê karibû dengbêjiya xwe bi pêş bixe û bû endamekî çalak li Navenda Çand û Huner a Cindirêsê û beşdarî gelek şahî û çalakiyan dibe. Kawelat xwedî dengekî xweş e û dengbêjiya xwe pêş dixe. Kawelat sala 1990’î li gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê ya ser bi kantona Efîrnê ji dayîk bûye. Malbata Kawelat ji bav û dayîk û 4 xwîşk û 3 biran pêk tê. Malbata Kawelat ji ber rewşa xirab a aboriyê neçar ma koçberî Şamê bibe û piştî demekê vegeriyan bajarê Helebê. Li vir Kawelat beşdarî peymangeheke taybet bi astengdaran bû.
Kawelat di 6 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û kasêtên hunermendên Kurd ên weke Xelîl Xemgîn, Bavê Selah û Cemîl Horo ji apê xwe Mustefa werdigirtin.
Kawelat li bajarê Helebê li dibistaneke astengdaran a di asta dibistana seretayî û navîn de bi dawî kir, lê di encama şer û aloziya Sûriyeyê de nikaribû xwendina xwe dewam bike. Piştî ku şer li bajarê Helebê dijwar bû, malbata Kawelat careke din koçberî Şamê bû, lê dema ku şer li vir jî dijwar bû, ew sala 2014’an vegeriyan warê xwe. Kawelat piştî ku vegeriya gundê xwe dengbêjiya xwe bi pêş xist û êdî beşdarî gelek şahî û çalakiyên neteweyî yên weke Roja Zarokên Cîhanê, pêngava 15 Tebaxê, mîhrîcana Hêvî û gelek çalakiyên din li devera Cindirêsê dibe. Kawelat di mîhrîcana Hêvî de jî xelata Mertal wergirt. Niha jî Kawelat endamekî çalak di Navenda Çand û Hunerê ya Cindirêsê de dixebite. Derbarê rewşa Kawelat de bavê wî Xelo got, “Kawelat di nava hemû malbat û xizmên xwe de tê hezkirin. Ji ber ku ew nabîne, nexwest ku ev nexweşiya wî li pêşiya wî bibe asteng û afrîneriya xwe di dengbêjiyê de bi pêş dixe.”
ANHA / EFRÎN