ÎSAM ABDULLAH / NEJBÎR OSMAN / ANHA/ QAMIŞLO

Gundê Eyn Dîwer ê girêdayî herêma Dêrikê ji ber ku nezî çemê Dîcleyê ye, bi hebûna av û zeviyên xwe yên berhemdar navdar e. Tevahiya heşînayî û mîweyan lê têne çandin, ji ber wê şênî debara xwe bi çandiniyê dikin. Di destpêka sala 2014`an de dewleta Tirk a dagirker bi rêya avakirina dîwar rê nade ku cotkarên gund zeviyên xwe li ser beravên çemê Dîcle yên nêzî sînor biçînin. Hejmara zeviyên ku nehatin çandin derdora 500 hektar ango 50 hezar donimî de ye. Îsal şênî amadekariyên çandina şitlan di baxçeyên sergirtî de dikin bi hêviya ku îsal karibin zeviyên xwe yên ku ji 5 salan ve jê bê par mane, biçînin.

Axa me dewlemend e

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Reşîd Abdullah axivî û destnîşan kir ku Eyn Dîwer bi zeviyên xwe yên berhemdar tê naskirin. Tevî ku dewleta Tirk rê nade ku şêniyên Eyn Dîwerê nêzî zeviyên xwe bibin, lê  xelkê herêmê  her sal şitlên sebzeyan diçînin, bi hêviya ku karibin di nav zeviyên xwe de biçînin. Reşîd Abdullah bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.