Ji aliyekî ve welatên wekî Îran, Rûsya û Çînê dixwazin riyeke diyalogê bi muxalefetê re bê vekirin û ev tundiya heyî were rawestandin, ji aliyekî din ve niha welatên wekî Tirkiye, Amerîka û Fransayê dixwazin bi serê xwe destwerdanekê bikin an jî bi kêmanî herêmeke tampon li ser sînorê Tirkiyeyê ava bikin.
Zêdeyî salekê ye ku hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze herêmeke tampon were avakirin Lê heta niha nikare welatên NATO’ê bi vê daxwaza xwe qayil bike. Lewre jî dibe ku alîkariya Amerîka û Fransayê her wiha piştgiriya welatên Kendavê ên wekî Siûdiyê û Qeterê vê herêmê ava bikin. Lê ji aliyekî din ve jî Îran û Rûsyayê li hemberî vê daxwazê radiwestin û bi tundî li dijî derdikevin.
Li gorî rojnameya alhayat serokê Fransayê Françios Hollande roja duşemê li hemberî balyozan li Parîsê ragihand ku, hikûmeta Parîsê digel hevpeymanên xwe karekî ji bo avakirina devereke qedexekirî li Sûriyê dike. Hollande got: Em li gel Tirkiye û hevpeymanên xwe karekî ji bo dirustkirin devereke qedexekirî dikin. Ji aliyekî din ve serokdewletê Mirsê Muhemed Mursî jî cara yekem bi rengî aşkera helwesta xwe ya li dijî rejîma Esed aşkera kir. Serok Misrê Mihemed Mursî ji hevpeymanên serokê Sûriye Beşar Esed xwest ku alîkar bin ji bo daxistina wî ji desthilatê.
Mursî di hevdîtinekê digel ajansa Reutersê de got: Dem hatiye ku ev xwînriştin bisekine û gelê Sûriyê bighîje mafên xwe ev rêjîma ku gelê xwe dikuje ji filîmê derkeve. Ev hevdîtina Serokê Misrê berya sefera xwe ya vê heftê bo Çîn û Êranê tê ku ev her du welat tevî Rûsya ku dijayetiya daxwazên welatên rojava û yên Erebî bo çûyîna Esed dikin.
Mursî berdewam kir û got: Êdî çi rêyên din nemane ji bilî ku gelê Sûriyê bighîje azadiya xwe û xwe bi xwe kar û barên xwe bi rêve bibe.  Mursî teqez kir û got: Me çend caran ragehand ku divê dostên gelê Sûriyê li Çînê û Rûsya û li welatên din piştgiriya gelê Sûriyê bikin. 

PARÎS/QAHÎRE