Li Navenda Çand û Huner a kantona Efrînê, pêşangeheke hunerê şêwekariya hat vekirin.
Bi armanca ku xwendekaran teşwîqî parastina kevneşopî û folklora Efrînê bike, li navenda Çand û Huner a kantona Efrînê bi navê "Nalînek ji dûr ve hat" pêşangeke şêwekariyê hate vekirin. Di pêşengehê de 53 tablo hatin pêşandan.
Tabloyên hatine pêşkêşkirin ji aliyê Biharîn Ebdulmecîd a 28 salî, Zîlan Silêman a 19 salî û Mehmûd Mamedo ve hatin çêkirin, her sê endam tevlî dewreya perwedeyê bûbûn ku li navendê ji aliyê hunermendê şêwekar Henîf Hemo ve hatibû organzekirin.
Mijarên tabloyan çand û hunerê Efrînê, jinên kedkar, jin û folklor û mijarên din in. Pêşangeh heta saet 18´an doh li welatiyan vekirî bû.
EFRÎN