Kurdên li Komara Adigey a Federasyona Rûsyayê dijîn li mala Rêxistina Civaka Kurdan a Adigey a bi navê Agiriyê li hev kom bûn û bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Ocalan, roja 15’ê sibatê dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê demjimê di 09.00 (15’ê sibat) de dest pêkir û duh bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya Kurdan piştî du rojan bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Berpirsyara rêxistina Agirî ya Kurdên Adigeyê Feyziye Huseyîn daxuyanî xwend û siyaseta hikûmet û dewleta Tirk a li hemberî Kurdan, tecrîda li ser Ocalan û zextên li ser Kurdan bi tundî şermezar kir. Huseyîn bal kişand ser bêdengiya ragiştî ya cîhanî ya li hemberî zextên li ser û Kurdan vê helwestê şermezar kirin.
Piştî daxuyaniyê, li ser navê Rêxistina Kurdên Adigeyê, ji bo her yek ji Serodewletê Rûsya Dîmîtrî Medvedev û Serokê DYA’yê Barrack Obama re name hatin şandin. Kurdan di nameyê de ji navboriyan xwest ku bêdengiya xwe ya li hemberî rewşa 40 milyon Kurdan û rewşa rêberê Kurdan Ocalan bişkînin.
ADIGEY