
Ez cejna gelên bira yên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim. Ji we tevan re, silavên ji dil û can dişînim. Merheba..! Me agirê şer ê ku şaxên ciwan, can û evîn û ked, tev kiribû arî, dîsa di rojeke wiha de, di Newrozê de tefandibû û ji bo aştiyê meşaleya vejîneke mezin vêxistibû.
Gelê Tirkiyê, yê xoşewîst!
Dîrokê nîşanî me daye ku rêbertiyeke aştiyê ya bi biryardar neyê pêşandan, ewê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ewê bersivên tev bi xwîn û elem û mirin bidin me. Pirsa herî şewat ya li ber me ku li hêviya bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin e.
Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawin û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwartir dibe nîşanî me dide. Ya ewê rejîma komploker û darbeker ya ku, pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nû de xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rejîmeke qanûna bingehîn a demokratîk makenîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Hemû riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.
Ya ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî niyetên hev yê qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikûmetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryarin. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîngin jî girêdêriyekê nîşan nadin. Ji ber vê ji bo aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Nuxteya ku em hatinê, ji bo sîstematîka muzakereyan çarçoveyeke qanûnî ferz dike.
Aştî ji şer zortir e, lê aştiyeke her şerî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî emê netirsin. Berxwedana me ne li hemberî gelên bira bû, li hember pergala hegemonîk, înkarker a ku tune dikir û zilimkar bû. Herwiha aştiya me jî ne ji bo hikûmet û dewletan e, ji bo gelên ku nirxên vê axê yên kevn û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ew gelên Anadolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hikûmet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gori vê rastiyê ye.
Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê heta Parîsê, ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCKê heta helwesta zalimane ya li ser nexweşên girtî, rasti gelek êrîşan hatiye. Va, ya ku ewê van lîstokên qirêj tev xerabike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Di bêtesîrkirina temamên pergalên wêristî yên di herêmê de, para mezin a têkoşîna ku me daye heye. Li hember komployên navnetewî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye.
Herwiha uslûb û zimanekî xweş û rast, ligel ku ewê rêbazên şerê psîkolojîk û nîjadperest vala derxe, ewe bibe karakterê bingehîn ê aştiya me ya mezin. Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê ancax ewê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin. Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku ewê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, ew ê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê. Tevgera me wek tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hember êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, ewê dîsa ciwan bibin parastvanên nebez û berxwedêr. Gelê me yê ku di serî de Ewrûpa, koçberî çar aliyên dinyayê bûne, ewê bibin dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre.
Temamên rêhevalên me, yên ku li her warên ku hêvî ber bi tunebûnê ve çûye, bi vîna xwe ya bêhempa jiyana xwe, tenduristiya xwe û azadiya xwe, bêyî ku çavên xwe bişikînin dane, ewê bibin sparteka me ya bingehîn. Ligel gotinên nijadperestîn, dabeşkar û biçûkdîtin û xwîn û nefretê; bi serpêhatiya biratiya hezar salî ewê gelên Tirkiyeyê bibin bersiva heri xurt. Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku ewê lê temamê gel û baweriyan, çand û ked xwe azad bibînin, bi hestên xwe yên herî şoreşger we tevan silav dikim. Bangî her kesên ku li hemberi dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin.
Silav li yên ku ji bo biratiya gelan dixebitin.
Silav li bargiranan. Bijî Newroz! Bijî biratiya gelan!
Abdullah Ocalan
Girtîgeha İmraliyê
21’ê Adara 2014"
AMED