Helbesta Arjen Arî ji bo xwînerên Kurdî lomek e. Arjen bi wî lomî li çi xist deng jê derxist, parçe parçe kir. Bi wî balyozî li serê Kurdan yê mîna kevir jî dixist û mejiya wan ê belawela dida ser hev. Encamên Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5´emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Emerîkê Sidîqayê, bi berhema xwe ya bi navê “Nameya Şîn” hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin. Encamên Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5´emîn pêr diyar bûn. Juriya ku ji helbestkar Berken Bereh, Dîlber Hêma, Osman Memed, Ulku Bîngol û xwişka Arjen Arî Necla Arî pêk dihat, îsal „Nameya Şîn“ a Emerikê Sidiqayê hêjayî xelata Arjen Arî dît. Gere ez bi Kurmancî binivîsim Helbestkar Emerîkê Sidîqayê li ser hêjadîtina helbesta wî ji bo xelatê ji Mevlut Oguz ê Sputnik Kurdistanê re peyivî û got, „Meselaya min a ku min bi Kurmancî nivîsî ew bû ku, min got gere ez bi kurmancî bixwînim, binivîsim û asîmîle nebim, ne ku helwêsteke min hebe û bibim şa’ir û nivîskar; pêre pêre, min dît ku wa tiştin derketine holê, min jî ew girtin, ew hinekî dan ser hev û ji pêşbirkê re şandin, û wê dosyeyê xelat stend.“ Arjen Arî rengekî din daye helbesta Kurdî Li gorî Emerîkê Sidiqayê, di peywenda Kurdî de helbestkarê ku Arjen Arî li wan tesîr nekiribe tine ye û ew dibîje, „Beriya her tiştî helbesta Arjen Arî ji bo xwînerên Kurdî lomek e. Arjen bi wî lomî li çi xist deng jê derxist, parçe parçe kir. Bi wî balyozî li serê Kurdan yê mîna kevir jî dixist û mejiya wan ê belawela dida ser hev. Meriv dikare bibêje ku ev yek di tevahiya helbestên Arjen Arî de heye. Ya rast ev yek di pirraniya helbestkarên Kurd de heye lê Arjen Arî rengekî din, deqe din daye helbesta Kurdî.“ Bereh û Mehmed ecibandibe ne kêm e Emerîkê Sidîqayê îşaret bi giraniya wergirtina xelata Arjen Arî kir û got, „Ji îro û pê ve, ez dê binivîsim, nenivîsim ez nizanim, lê dê nivîs hebe, dê were nivîsandin. Stendina xelatê meriv motîve dike, ez dibêjim kêm-zêde ez vî zimanî hîn bûme û dikarim hin tiştan jî binivîsim. Kesên di juriyê de, kesên weke Berken Bereh, Osman Mehmed, Dîlber Hêma û Ulku Bîngol xwendin. Helbesta ku Berken Bereh xwendibe, Osman Mehmed xwendibe û layiqî xelatê dîtibin, dêmek tiştek tê de heye, ne kêm e. Ev yek bivê nevê berpirsyariyekê jî dide insan. Lewra lazim e xwe bêhtir daynimê ser Kurmancî û bixwînim û rihê Kurdî baştir hîn bibim.“ Nameya Şîn wê bê çapkirin Malbata Arjen Arî, Weşanên Evrensel û Weşanên Lîsê ev çend sal in ji bo bibîranîna helbestvan Arjen Arî ‘Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî’ li dar dixe. Di pêşbaziyê de dosyaya ku bi ser dikeve, paşê weke pirtûk tê çapkirin û belavkirin. Sala yekê a pêşbirkê, Selamî Esen bi dosyeya xwe ya bi navê Qijikên Xêrê û di sala duyemîn de jî Yehya Omerî bi dosyeya xwe ya bi navê Anatomiya Demsalên Zer xelat wergirtibû. Di sala sêyem a pêşbirkê de bi qasî 10 dosyeyan hatibûn şandin, lê lijneya pêşbirkê ya ku Berken Bereh, Îrfan Amîda, Yıldız Çakar û Mihemed Ronahî pêk dihat ti berhem hêjayî xelatê nedîtibûn. Herî dawî sala bihûrî Narîn Yuklerê bi dosyeya Rê û Rêçê xelata Arjen Arî stendibû.“  AMED 
Emerîkê Sidîqayê kî ye? Helbestkar Emerîkê Sidîqayê, ji gundê Dehlaelo ya Qereyaziya Erziromê ye. Dibistana seretayî li gund û ya amadeyî jî li Agiriyê xwendiye. Ji beşa mamostetiya civakî ya Zanîngeha Ataturkê ya li Erziromê derçûye. Emerîkê Sidîqayê li Erdîşê dijî.