"Min nikarî li pêşberî vir û hîleyên we biserkevim. Ev ji min re bû dert. Lê min jî serê xwe li ber we netewand. Bila ev jî ji we re bibe dert." 

Seyîd Riza 


Pîrê min, me vê carê maskeya li ser rûyên Kemalîstên nîjadperest û ya li ser rûyên melayên sextekar baştir nas kiriye. Êdî hew dikarin rûyên xwe yên qirêj bi maskeyên cuda veşêrin. Ji ber wê mîna gurên devbixwîn bi awayekî sîstematîk êrişî ser hemû rayên jiyana Kurdan dikin. Her ku diçe êriş û zextên wan mîna êrişên dema we dijwar dibin. Lê mixabin, dengên ku van êriş û zextan protesto dikin, weke dema we gelekî kêm in, Pîrê min. Êrişên li ser jin û zarokên Kurdan sînorê mirovahiyê derbas kirine. Li hemberê vê hovîtiyê deng ne weke pêwîst ji nav Tirkiyeyê û ne jî ji dinyaya ku xwe berpirsa parastina mafê jin û zarokan dibînê derdikeve, Pîrê min. Biqasî ku di dema vê hikûmetê de rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd bû, di ti deman de wisa tecrîd nebûbû. Bi êrişa îro dixwazin ji gele Kurd re bibêjin, Abdullah Ocalan ji bîr bike û em çawa bixwazin, em dikarin wisa bikin. Bi van êrişan parêzvan, rojnamevan, siyasetvan, Parlamenter, şaredar, endamên rêveberiyên meclîsên bajaran û ronakbîrên Kurd her roj têne girtin, Pîrê min, êrişên vê hikûmeta faşîst, êrişên Elmanyaya Nazî yên li dijî Cihuyan tînê bîra mirovan. Wan jî her roj komek mirovên ku ji xwe re xeter didîtin, digirtin û civaka Elmanyayê fêrî wê rewşê dikirin. Hikûmeta Tirk jî bi van girtinan, civaka Tirkiyeyê fêrî girtina Kurdan dike. Çapemeniya Tirk ji zû ve ji vê perwerdeyê re amadebû û her roj nûçeyên ku van girtinan weke tiştekî ku divê bibe, nîşan didin, belav dike. Kesên ku dixwazin dengê xwe derxin jî, dengê wan tê fetisandin û zêde dengê wan naye bihîstin, Pîrê min. Berê jî gelek caran êrîşên hovane li dijî gerîlayên Kurdan pêk hatibûn û sekinîbûn. Lê, ev çend sal in ku bi her awayî bombebaran dewam dikin û di van bombebaranan de çekên kîmyewî yên ku li cihanê qedexe ne, bi kar tînin. Xwazeya Kurdistan û hemû zindiyên Kurdistanê bûne armanca çekên wan yên kîmyewî. Bi kurtî li ser hebûna Kurdan êrişeke gîştî heye û her kesî çav û guhên xwe ji nedîtin û nebihîstina van êrişan re girtiye, Pîrê min. Erdogan û aqilmendên wî hesab dikirin ku ew ê Kurdan bi zimanekî xapînok, bi çend tiştên erzan, bi hin gavên ne ji dil, bi rêyên olî (dîn) û bi vekirina kanaleke TV´yê bi zimanê Kurdî, Kurdan bixapînin û Kurdan ji vîna wan dûr bikin. Bi navê melayên olê bi hezaran endamên sîxuriya xwe MÎT´ê şandine Kurdistanê. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê bûn û zû ev dekûdolabên dewlata Tirk lê eşkere kirin. Ji ber wê, her ku diçe êrişên xwe zêde dikin û çekên ku di peymanên navneteweyî de qedexe ne, bi kar tînin. Di vê hovîtiya dewleta Tirk de jî, ne li hundir û ne jî li derve weke ku pêdivî bû, dengê sazî û dewletên ku xwe berpirsên demokrasiyê û mafê mirovan dibînin, derneket, Pîrê min. Pîrê min şehîdê şehîdan… Ji bo em careke din li pêşberî vir û hîleyên wan rûreşan neyên xapandin û di bin piyên wan de neyên perçiqandin, me pêwîstî dît ku em li hemberê van dekûdolaban û êrişan hişyar bin. Me pêwîst dît ku em ji berê bêhtir, zanîn û hêza xwe bikine yek. Me pêwîst dît ku em li hev xwedî derkevin û li hev guhdarî bikin. Em gihiştine wê baweriyê ku em çiqasî aqilê xwe bikine yek, em ê ewqasî bi hêz bersiva van êrîşên hundir û derve bidin. Pîrê min, me peyman daye we ku em vê carê li peşberî vir û hîleyên rûreşan bi ser kevin û ber bi serketinê ve herin. 

Me peyman daye we pakrewanan ku em ê bejna xwe li ber wan rûreşan natewînin û wî derdê ku we xistî dilê wan rûreşan, em ê ji dilên wan dernexin, Pîrê min.