Xwişkên Gulistan Îke ya ku di çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasbourgê de îro 72 roj in, çalakiya xwe dewam dike, Reyhan û Bejan Îke her yekê jê re nameyek nivîsandiye. Di vê nameyê de Reyhan ji xwişka xwe re dibêje, "Bi kenê xwe rojê tav de Gula min" û Bejan Îke jî jê re dibêje, "bijî û me bide jiyîn".
Reyhan wiha ji xwişka xwe Gulistan re dinivîse,
"Îro bi çavên te yên belek re, rêwiya kudika hişê axeke kevnar û dêrîn im, Gula min. Awirên te yên wêrek min dixin pey şopa leheng û qehremanên vê axa dayik û ez li şer şopa lêgerîna awirên te, li rastî sînorên çêkirî yên ji aliyê zirbabên jiyanê ve li erdnîgariya dilê me hatîn xêzkirin, li zarokatiya me ya di navbera av û sêvan de digerim. …
Em xwecihên welatê di dilê xwe de ne
Kêlên tixûban, têlên rêsayî welatan nakin mişext, Gula min. Mişextî di dil de, di mejî de dest pê dike. Em pîvok, nêrgiz, berfîn, şilêre û gulnexwînên vê axê ne. Dizanim bi qurçifandinê naqede tovê me û em xwecih û hemwelatiyên war û welatê di hiş û dilê xwe de ne.
Îro bi dengê te qêrîna hemû pêşiyên me dibihîsim. Dengê çingîniya şûran, … lêdana dilê kelha Dimdimê, qêrîn û hewara li Helepçe, Dêrsim û Geliyê Zîlan, xweragirî û dilsoziya çeleng û egîdên bîst û neh raperînên Kurdan, ji zinaran henaseya Bêrîtan, çikîniya xeleka bombeya li tiliya Zîlan, qiçeqiça agirê li bedena stêrkên li dora roja me ya bûyî hêvî û jiyan, xwe li giyanê min dixin di wî dengê te yê navnîşana vînê de.
Û dengê te li ser biskên lorîkên dayîkan dijene;
… Bûye cenga şeref û rûmeta me Kurdan e.
Yê nerabe ne bi exlaq, ne mirov û ne însan e.
Çiya bi te şanaz in
Bi vî dengî sêv ji xwe tên şermê, av radiperîn Gula min. Ax bi avê ber digire, sêv xwe ji şerma dîrokî dişûn ji ber evîna te ya heqîqetê. … Dizanim ev şer naşibe ti şerên din delala min. Jiyan şane bi şane şer dike li hemberî mirinê di bedena te de. Ji vê ye çiyayên te pişta navê xwe dayînê ewqas şanaz in bi te, serê wan gihiştiye asîmanan û gefan li mirinê dixwin bi hêza dilê te yê mirin pê nikare.
Tarî diqedin, berbang e xwişka min. Min hêrsa hemû mirovên vê axê ya li hember zilmê, zorê, talan û kuştinê, bi bêmafî mirinê jî bi xwe re anî. Wan jî bi dilê min re tevlî berxwedana xwe bike û li ber xwe bide. Ji rika wijdanên mirî, miriyên di goristana serdemê de bêhiş û giyan wekî saxan diyar bihêle, bila jiyan têr vexwe ji şepolên kenê te. Ji bo rûbar bi rengê lîlozan neherikin li ser vê axê, sêv tama jiyanê bidin, Newroz rastbiharên azad bizên, tu bi kenê xwe rojê tav de bedewa min. "
Min tu wekî keça diya xwe dîtî
Bejan Îke jî ji xwişka xwe re dibêje, Gula Malê û wiha dewam dike: "... Gula malê, delaliya diya min. Têdigehim êdî veger nîne. Jixwe, beriya em bên vê cihanê riya me hatibû nexişandin. Li beramber hemû êş û keleman em zarokên dilgerm bûn. Tu jî wekî babê me yê cangorî riya ku jê bawer dikî dest jê naberdî û dimeşî. Wekî babê me tu jî xwedî dilekî mezin î. Ma ne ew bab bû ku ji bo xatirê gelî û Kurdistanê canê xwe da. Tu jî keça wî, dozdara rêya wî, delaliya xewn û xeyalên wî yî. Lê min tu her dem wekî keça diya xwe dîtî. Wekî wê serbilind, dilar, bihêz û şiyan. Delaliya te ji wê tê dizanim, dirûva bedewiya te ye ew dilê wê yê bi hezkirinê bûyî pola li hember janan.
Em bi te serbilind in
Nizanim dayîk û babê me te dibînin an ne. Lê tu ne tenê yî xwişka min. Bi sedan dil bi dilê te re lêdixin. Di dilê te de dilê bi milyonan dijene. Rêhevalên te yên ji malbatê, em bi te serbilind in li gel xemên xwe yên ku havênê vîna me ne. Keça rûbiken, delala malê. Bila ew kenê te yê Mexmûrî her tim bi me re be. Bijî û me bide jiyîn di kenê xwe de. Li hêviya te me. Were bila careke din bibe xir û cira me, wekî carê em serê hevdu biêşînin. Guhên min bêriya peyvên te yên şareza dike. Giyanê min li pilqîniya kenê te digere her car. … Were, soz ezê êdî te newestînim. Li ber xwe bide û kenê xwe yê malovaniya xweşiyên me dike ji dest nede…
Neyarên me, ne mirov in. Ji hest û hezkirinan, ji wijdan û pîvanên mirovatiyê fêm nakin. Nizanin hestek çawa ye ev şer. Nizanin çawa li temenê mirov dixe û roj bi roj bi saxî dikuje. Nizanin ka windakirina yekî hezkirî û delal, roniya malekê tefandin, dilê hebûnê çawa diperçiqîne. Lê tu dizanî û te gelek caran şahidiya van êşan kiriye. Ji ber wê delala diya min, li ber xwe bide. Ji rika bêaran, ji bo me û armancên xwe li ber xwe bide. Tu bi her halê xwe ya herî delal û bedew î xwişka min. Em her kêliyê bêriya te dikin…"