Di serî de li Tirkiyeyê, li gelek welatan destavêtin ji bo tunehesibandina nasnameya jinan weke polîtîkayeke herî girîng tê bikaranîn û bêceza dimîne. Polîtîkaya şerê taybet a li Kurdistanê xwe bi rêxistin dike ji bo ku azadî û rêxistinbûna jinan bişikîne “destavêtin” û “namûsê” bi kar tîne. Xebatkara Akademiya Jinan a ser bi DOKH’ê Fîgen Aras di vê biwarê de bersiv da pirsên ajansa nûçeyana a Dîcle DÎHA’yê.

Aras li ser pirsa di biwara destavêtinê, bal kişand ser koka peyva erebî tecawizê û got, tecawiz ne bi tenê destavêtina bedana jinan e û weha pê de çû: “destavêtin desteserkirin û xespkirin e. Mînak heke zimanê me yê dayikê tê qedexekirin, xwezaya me tê xespkirin, ev destavêtin e. “

Sîstema desthilatdar a zilêm çanda destavêtinê afirandiye

Aras xespkirina bedena jinan ji aliyê zilamekî ve jî weke destavêtin  bi nav kir û weha dewam kir:  “tecawiz desteserkirin û talankirina îdeolojiya desthilatdariyê ya hebûneke din e. Ji pêvajoya civaka xwezayî heta niha nirxên polîtîk û exlaqî ji aliyê civakê ve hatine afirandin. Her civak li gorî xwe xwediyê çandekê ye û li ser çandekê dijî. Lê çandeke desthilatdaran a li gorî xwe jî heye. Em qala çandekê dikin ku hatiye qebûlkirin û xwe dide dewamkirin. Di vê xalê de çanda destavêtinê ya ku em behsa wê dikin, derdikeve holê. Ango dîtina bedena jinan weke ku malê zilaman be, û qebûlkirina  vê yekêji aliyê civakê ve. Ev hemû girêdayî ferasetekê ne.”
Figen Aras bi girîngî îşaret pê kir ku ne civakê çanda destavêtinê  afirandiye, lê belê sîstema desthilatdar a zilaman ew afirandiye û weha dewam kir: “ev sîstem şîdeta xwe, faşîzma xwe û paradîgmaya xwe ji bo ku bide dewamkirin bi kar tîne, ji ber vê yekê em dibêjin çand. Ev çanda tecawizê bi çeteyên DAIŞ’ê re li Şengalê dest diavêje jinên êzdî û wan jinan li sûkan difiroşe.

Di çanda destavêtinê de tirsa ji nasnameya jinê heye

Xebatkara akademiya jinan a ser bi DOKH´ê Aras dibêje, di vê çandê de tirsa ji nasnameya jinan heye û ew ji ber vê yekê ew çanda destavîtinê weke avakirina tîgihînekê di nava civakê de ji bo dewama desthilatdariya zilaman dibînin. Aras ji helwêsta civakê jî weha gazinan dike: “lê çi heyf e ku li gel evqas êrîş û bûyerên destavêtinê jî civak dengê xwe dernaxîne û ev jî çanda bêdengiyê piştrast dike.”
Li ser hebûna jinê û têkiliya wê bi tîgeha “namûsê” re jî Aras jî got, desthilatdariya yilaman vê yekê bi şîdetê û bi dîn diafirîne. Aras dibêje nexasim jî dînên yekxwedayî bi qanihkirinê bi civakî didin qebûlkirin ku bedena jinê namûsa civakê ye û weha dipeyive: “bîra civakî ya ku beriya bi hezaran salan hatiye avakirin namûsê wekî nirxa ku civak ava kiriye dibîne, lê îro dîtina vê yekê weke bedena jinê, wisa nirxandina wê, benreha mejiyê dagirker û dewamkirina zilamtiyê ye.

Destavêtin dagirkirin e

Weke rêbaz jî Figen Aras bi vî awayî behsa mezinkirina jinan di nava civakê de dike: “em wekî jin jî bi fedîkirina ji bedena xwe tên mezinkirin, em ji bedena xwe tên dûrxistin, em bedena xwe nas nakin. Rasthatina destavêtina zilamekî tê wateya jidestdana namûsê. Lê dema ku em di warê zîhnî de binêrin destavêtin bixwe dagirkirin û talan e. Divê em wekî jin feraseta ´heke ez vê yekê bibêjim civakê çi bibêje, ez ê nikaribim derkevim nava civakê´ bişikênin. Belê ev trawmayeke giran e, lê divê ev yek jî bê zanîn, tişta ku dest diavêjinê beden e. Heta destavêtina feraset, hest, baweriyan pêk neyê, destavêtina li bedenê divê bi awayeke xurt bê binavkirin. Divê feraseta namûsa jinê bedena wê ye, jina ku rastî destavêtinê hatiye qirêj bûye bê şikandin.”

“Namûs” trawmayek e

Cudatiya di navbera destavêtina li dijî jinekê, qedexekirina zimanê dayikê û destavêtina Heskîfê de nîne. Di warê îdeolojîk de ti cûdatî nîne. Ev sed sal in qedexekirina zimanê kurdan destavêtin e. Heman tişt li ser bedena jinan jî pêk tê. Ji ber ku fêrkirina fikra namûsa bedenê heye trazmayeke giran e. Veşartina destavêtinê trawmayê girantir dike. Heke bê îfadekirn, bê parvekirin, tecawizkar bê teşhîrkirin, cezakirin wê demê jin dikarin bi rehetî tevbigerin. Parvekirin û têkoşîn girîng e. Di esasê xwe de li hemberî me zilam nîne feraseteke faşîzan heye.

Qanûn zilaman diparêzin

Jinên ku rastî tacewizê tên ji ber têgeha civakê ya namûsê nikarin vê yekê îfade bikin. Tecawizkar bi destavêtinê îqtîdara xwe bihêztir dike. destavêtinê weke hinceta xurtikirina hebûna xwe dibîne. Ji ber ku li ser jinê xwe xurt dike. Cewherê civakê ya demokratîk jî têrê nake tecawizkar xwe derxîne holê. Herçî dewlet e, hê jî qanûnên tecawizkaran diparêzin hene. Ev jî rê vedike zilamekî din jî dest biavêje jinan. Feresata dewletê bi xwe li ser dagirkirinê, desteserkirinê, navendîbûnê hatiye avakirin, ji ber vê yekê jî hêvî kirina tiştekî ji dewletê ne rast e. Ji ber ku qanûn zilaman diparêzin. Hin sererastkirin bên kirin jî sererastkirineke ku çanda destavêtinê ji holê rake nîne.

Tecawizkar bi çanda destavîtinê Axê, zimên û çandê dagir dikin

Aras bi bîr xist ku xwediyên çanda destavêtinê îqtîdar bi xwe ne û li ser mijarê weha peyivî: “xwediyên çanda destavêtinê bi dagirkirina axê, ziman, çandê dixwazin li her derê dagir bikin. Li cihê ku çand, ax û ziman dagir neke bi riya asîmîlasyonê qetil dike. Li ser bedana jinan jî bi zewacê li kolanan wekî ku tê dîtin tahakumek heye. Di nava şerê 40 salan de polîtîkayên şerê taybet heye. Dema ku jina kurd li hemberî vê çandê derdikeve rastî pêkutiyan tê. Li Kurdistanê hêza jinan û rêxistinbûna jinan pir diyar e. Ji bo çanda jinan ku azad dibe û xwe bi rêxistin dike, tine bike fuhuşê bi pêş dixe, li ser cinsiyetê civak tê tinekirin. Armanc jiholêrakirina sîstema civaka xwezayî ya Kurdistanê ye, ji holê rakirina îdeolojiya modernîteya demokratîk e. Heke jin bê xistin û bikeve bin tehakuma zilêm, bikeve nava malê, nikare demokratîk bibe, ji ber vê yekê jî li ser jinan polîtîkayên dewletê pêk tên. şerekî feraseta zilaman li ser jinan heye.”

Li dijî çanda destavêtinê parastina rewa

Aras bi grîngî îêaret pê kir ku divê beriya her tiştî hişmediya cinsiyetê derkeve holê û weha peyivî: “Jin bi girîngiya li hemberî çanda destavêtinê avakirina jiyanana azad hisiyaye, ev pir girîng e. Gelê Rojava çawa li hember dagirkeran hêza parastina rewa derxistiye holê, em jin jî dikarin li hemberî feraseta zilam derbasî parastina rewa bibin. Mirov dikare meclisan ava bike û di wan meclîsan de li hemberî tacîz û destavêtinan biryarên hevbeş jî bigirin. Ji bo ku ev feraseta destavêtinê li paş were hiştin divê jin û zarok bên perwedekirin. Teşîrkirina feraseta tacîz û tecawizê, li hemberî vê bipêşxistina refleksê hênceta parastina rewa ye. ”

DÎHA/AMED