Taybetmendiya Selahaddîn Demîrtaş, ji her du namzêdên “Îslama-Tirk a muhafazak” gelekî cûdatir e. Tirkan, Îslama ku baweriya “reb-ul alemîn” û Îslama cîhanşimulî” kirine malê xwe; Xweda kirine “reb-ul Tirk”, Îslam jî kirina “Îslama-Tirk” û di dixwazin ku bi vê baweriyê, gelên di nava xwe de, yên li herêmê teva, wek “ummeta xwe” dizayn bikin. Hinekî baweriya cîhanşimuliya Osmanî ye. Xanedaniya Osmanî, xwe wek şûrê xweda û di xizmeta Xweda û ola Îslamî de didîtin: Lê zihniyeta Komara Tirk, yek-parêzî ye, Xweda û ola Îslamî dikine xizmeta Tirkî’tiyê. Bi utopya û kozmoza Roma dijîn û xwe wek çêlikên Dêlegura Asêna dibînin.
Namzêdê ku herî bi şans tê dîtin, nam-i deger Patî-Erdogan e. Patî-Erdogan di aliyê siyasî, hiquqî, sosyo-economîk, kulturî, mafên mirovan, îdeolojî û ewlekariya gelan de baş tê naskirin. Desthilatdariya wî ya 11 salan firazeya wî ye. Qarneyek -reportek- reşbînî heye. Efsaneya xwedestî ya Erdogan û partiya AKPê, bi dagirkeriya Iraqê (20ê Adara 2003), dest pê dike. Lê piştî demekê Erdogan hevsarê xwe qetand. Di riya tîrantiyê de dimeşe. Herî dawî, yekemîn gava tîrantiyê, di torena tacîdariya serokkomartiyê de, ji raya giştî re eşkere kir. Hemberî ku “taqên zafernameya serketinê” ne hatin danîn jî, Erdogan serketina xwe ji raya giştî re deklere kir.
Em bêjin; lêgerîna cîhanşimûlên cîhanê, ji bo alternatîfa Erdogan ketiye nava hewldanan, gava yekemîn jî Ekmelettîn Ihsanoglu ye. Lê, xwedayê navê bi sîstema morfolojîk, Ekmeleddîn Ihsanoglu nikare bibe alternatîfa Erdogan. CHPe jî MHPe jî, di îdeolojiya fermî de, li pey AKPê dibezin. Teşkîlata Gulen jî heta doh hevkarê AKPê bû. Vêce; Ekmeleddîn navekî Misrî ye, Ihsan Erebîstanî ye, Oglu Tirk e. Ev hunerê morfolojîk, namzêdê sê hevkaran e. Sê hevkar jî, pratîka dogmatîzma kor a Komara Tirkiyê ne. CHP sefaleta sosyal demokratan e, Teşkîlata Gulen sefaleta mirîdan e, MHPe jî sefaleta faşîzmê dijî. Bingeha her sê havkaran, li ser şer, dek û dolaban hatiye rûnandin. Namzêdê wan jî, ne berhemê wan e, qewêtî ye. Formulasyoneke derve ye û li derî îdeolojiya şeş tîran e, li dijî îdeolojiya delêgura Asêna ye. Li gorî formulasyona Teşkîlata Gulen û taşarontiya ku di çarçoveya “Îslama nerm” de be jî, termê li ser kevirê teneşîrê ye. Li gorî formulasyona Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e û namzêdê Erebîstana Siudî, Rojava û Emerîka ye.
Dahatuya Tirkiyê, ne di Ekmeleddîn Ihsanoglu de ye.
Lewma em dibêjin, alternatîfa Tayyip Erdogan namzêdê aştî, azadî û demokrasî Selahaddîn Demîrtaş e. Vê eniyê, di vê pêvajoya dîrokî de, şaşiyên stratejîk ne kirin. Ne di pratîkê de , ne di teoriyê de!... Birêz Abduulah Ocalan, di arena siyasî de wek desturnameyek siyasî, îdeolojîk û felsefîk rawestiya. Ev sekna di arena siyasî de, dibin her mercên giran de, ji têkoşîna li dijî faşîzmê tawîz nedan. Ji siyaseta demokratîk û gelên demokratîk tawîz nedan. Di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd, Gelê Kurd û Cenabê Abdullah Ocalan de, karakterê dewleta Tirk hate guhertin. Dema ku di parlamena Tirkiyê de, îradeya gelê Kurd, Suryanî û eniya demokrat û çepgirên Tirkiyê hate rûnandin, karakterê Komara Tirkiyê hate guhertin. Îro têkoşîna guhertina zihniyeta yekparêzî tê kirin.
Selahaddîn Demîrtaş jî, nûnerê modernîteya demokratîk e û alternatîfa her du basikên ku ji yek çavkaniyê hatine xwedî kirin e. Yanî namzêtê guhertina zihniyeta yek-parêzî ye.
Namzêtê guhertina zihniyeta yekparêzî Demirtaş
Yekemîn car e ku Kurd, bi navê xwe û demokrasiyê dibine daxwazkarê tacîdariya Komara Tirkiyê. Ev tê wateya ku Kurd dibêjin, “em jî xwediyê vê Komarê ne”, komar ne ya Tirkan û desthilatdarên ku şovenîzma Tirkîtî dikin e. Namzêdê Kurd, di 10 Tebaxê de, çend dengan bistîne ne giring e. Ji ber ku Selahaddîn Demîrtaş, li hemberî du namzêdên “Îslama Tirk”, muxalefeta esasî ye û temsîliya demokrasî û serdestiya hiquq dike. Komara Tirkiyê behişta partiyên siyasî ye. Her partiya ku dibe desthilatdar, berî her tiştî “komartiya” xwe îlan dike û serokwezîrê xwe jî weke, “şefê ezel-ebed-abadanî” derdixe pêş. Partiyên Tirk, enternasyonalîstên laîk bin jî bin, faşîst bin, misilmanên şerî’eta Tirk bin jî, li ser xeta stratejiya “Tirk” û îdeolojiya “Tirk” dimeşin. Teva jî mîratzadeyên ecdadên cîhanşimûlî ne. Balkêş e ku nebiyên cîhanşimulan, 90 sal in, ji bilî zindan û xeşîmên mirinê tiştkeî din radestî gelên li Tirkiyê nekirine. Ji destpêkê û heta îro, gelê Kurd, bi têkoşînên berdewamî “meşaleya azadî û demokrasî” hilgirtine. Tevgera Azadiya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan, nuner û pêşengên dawî yên Kurd in û car din “meşaleya azadî û demokrasî”yê dihilgirin. Ne tenê riya gelên li Tirkiyê, riya gelên li herêmê teva ronî dikin. Tenê gelê Kurd hedef nagirin; tevahiya gelan û civakên xwedî baweriyên cûda hedef digirin. Pêşî sîstema li Rojava; piştre damezrandina partiya HDP û namzêdiya Selahaddîn Demîrtaş mînaka vê ne. Selahaddîn Demîrtaş, ji Palû ye, 41 salî ye, Zanîngeha Hiquq ya Enqerê xelas kiriye; parêzer e, burokrasî û hunandina dewletê baş nas dike. Endamê Federasyona Rêxistina Efuwa Navnetweyî ye, Endamê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê ye, Endamê Komela Mafên Mirovan IHDê, endamê saziyên parastina xwezahî û endamê Platforma Demokratîk ya Amedê ye. Yanî pirsgirêkên Tirkiyê, yên hiquqî, sosyolojîk û civakî baş dizane.