AKP xetimî ye
Parlamenterê BDP’ê yê Bêdlisê Zenderlîoglû jî di axaftina xwe ya li civînê de mijarên di rojevê de û hilbijartinên herêmî nirxand. Zenderlîoglû da xuyakirin ku di navbera hilbijartinên giştî û hilbijartinên herêmî de AKP’ê bi tenê 5 hezar deng zêde kiriye û anî ziman ku AKP li ber qedandinê ye. Zenderlîoglû got, “Operasyonên dawî yên hatin kirin jî nîşan didin ku AKP di warê îdarî de jî xetimiye.”
Hilbijartinek demokratîk be
Namzetê Hevserokatiya Bêdlisê Huseyîn Olan jî got, “Di rêveberiyên herêmî de serketina partiya me li pêş çavan e. Ev hilbijartinên herêmî di heman demê ji bo rêvebirina pêvajoyê jî girîng e.” Olan bibîr xist ku di hilbijartinên 2009’an de walî, qeymeqam û wezîfeydarên din ên dewletê bi bandoreke mezin dest li hilbijartinên li Bêdlisê werdane, lewma li navenda bajarê Bêdlisê AKP bi ser ketiye û got, “Em ji vê derê, beriya hilbijartinên herêmî hemû burokratên dewletê hişyar dikin, ku ne weke burokratên AKP’ê weke yên dewletê nêzîkatiyeke wekhev nîşanî gel û namzetan bidin.”
Di BDP´ê de rola jinê
Namzeta Hevserokatiya Şaredariyê Nevîn Daşdemîr Dalkiran jî da xuyakirin ku mîna jiyana civakî divê jin di rêveberiya bajêr de jî xwedî gotin be û got, ”Em bi ezmûna têkoşîna azadiyê ya jinê û serketina di rêveberiyên herêmî de xizmetî gelê xwe bikin.”
DÎHA/BÊDLIS