Tenûra mala Biro di dema komkujiya Şengalê de bû çavkaniya jiyanê. Tendûr an jî tenûr navê alaveke nanpijandinê ye. Li Kurdistanê gelek tê bikaranîn.Tendûr li Kurdistanê bi destan tê çêkirin.Tendûrên mezin jî hene yên biçûk jî. Tendûr li hinek herêman di bin erdê tê bicihkirin û li hinek deveran jî li ser erdê ye. Li gundên Kurdistanê berê serê her çend malbatan tenûrek hebû, heta hinek malbat tenûra wan tenê ji bo wan hebû. Beriya nanpijandinê tendûr tê sorkirin. Ev tenûra malbata Biro ye û li serê çiyayê Şengalê ye ango li Çilmêra ye. Di dema fermana 3´ê tebaxa 2014 an de ev tenûr bûye çavkaniya jiyana xelkê Şengalê. Malbata Biro bi van her du tenûran rojê 24 seatan nan pêjaye û li mexdûrên komkujiya Şengalê belav kirine. Heta niha ev tenûr tê parastin.
ŞENGAL