Dewleta Tirk a ku zilma wê li gelê Kurd ev qederê sed salan e, misêwa dewam dike, bi îdîaya “Nan daye Telebeyan” dixwaze Hasan Yaşar ê 86 salî 5-10 salan bixe hepsê.

 

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Hasan Yaşarê 86 salî ku li ser giliyekî hat binçavkirin. Bi îdîaya ku “Nan daye PKK’yiyan” ev zêdetirî salekê ye ku diçe dadgehê û tê. Ji bo Yaşarê ku guhên wî giran bûne û fera çavên wî vedimire, dozger 5 heta 10 salan cezayê girtîgehê dixwaze.

Li gundê Kewarexî yê ser bi Mehsertê ya Mêrdînê, sala 2017’an li ser giliyekî, Hasan Yaşarê 86 salî tevî 10 kesan hat binçavkirin. Hasan Yaşar bi îdiaya “Nan daye PKK’yiyan” 2 rojan di bin çavan de ma. Dozger ê dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” doz lê vekir. Dozger dixwaze 5 ta 10 sal cezayê girtîgehê li wî bê birrîn. Rûniştina pêşî ya doza Hasan Yaşar li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Mêrdînê çêbû. Yaşar di rûnişînê thmetbarî red kirin û xwest dadgeh biryara beraeta wî bide.

Di salên 90´î de ew koçber kirin

21’ê Îlonê, di rûniştina duyem de Hasan Yaşar bi gotinên, “Îxbara min hatiye kirin û dibêjin, te nan daye telebeyan” dest bi îfadeya xwe kir û behsa zilma ji salên 90´î ve misêwa lê tê kirin, kir. Yaşar got, hevjîna wî beriya bi 6 salan miriye û ji hingê ve kî tê ber deriyê wî, ew nan dide wan û got, “Di salên 90’î de davêtin ser gundê me. Em ji vir çûn Edeneyê. Li Taxa Daglioglûyê dimam. Ji mêj e, ez û hermeta xwe hatin gund. Niha bi tenê dimînim. Paşê cendirmeyek hat, ez birim. Doza çi li min dikin, qey dixwazin min têxin hepsê?”

Xwedê heqê min ji wan re nehêle

Yaşar ê ku bi Tirkî nizane bi Kurdî îfadeya xwe da û ji ber ku heyeta dadgheê guherî û guhên wî jî giran in, serpêhatiya xwe û zilma dewleta Tirk jî gelek caran li dadgehê dubare kir. Yaşar tohmetbarî red kir û doza beraeta xwe kir.

Piştî rûniştinê Yaşar got, “Gotin nan daye telebeyan. Ji bo pereyan bistînin wisa gotin. Xwedê heqê min ji wan re nehêle. Tu van tiştan binivîse û qeyd bike.”

Rûniştina bê ya dozê wê 13’ê Mijdarê pêk bê.