Westayan li herêma Girê Mezin di  binê erdê de keviran derdixin rûyê erdê. Westa kevirên ku derdixin di xemilkirina avahiyan û ji bo goran bi kar tînin. Ji ber ku ev kar gelek zehmet û xetere ye, kesên ku bi vî karî re eleqeder dibin bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû dimînin. Lê ligel hemû zehmetiyan karkerên kevir nanên xwe ji kevir derdixin.

Karkerê bi navê Savaş Kasap (22) diyar kir ku ew keviran ji vê derê derdixin û debara mala xwe pê dikin û wiha got: "Karê derxistina kevir di bin erdê de gelek zehmete, lê ji ber ku li herêmê pîşeyek din tuneye, em neçar dimînin vî karê dikin."
Karkerê bi navê Naîf Çaksu (20) jî anî ziman ku vî karê tenê di demsala havînê de heye û wiha got: "Ez rojî jî digirim, lê neçar dimînin di germahiya 30 rêjeyê de di bin erdê de dixebitim."
Karkerê bi navê Ahmet Kasap (26) jî got  di van şert û mercan de tu kes naxwaze li vir bixebite, lê ew neçarin ku bixebitin û wiha got: "Em bi balyozan keviran di bin erdê de derdixin û kevirên ku em kom dikin du û sê heb didin ser hev û dikin erebê û dibin Wanê. Bi vî awayî tevkariyê didin debara malbata xwe." 

WAN